Parêzer Funda Ekîn: Dewlet nêrîna mêr dibe darazê 2019-07-04 09:11:58   ÎZMÎR - Parêzer Funda Ekîn diyar kir ku dewlet di mijara mafê nefeqeyê de beyî li daneyan binêre tevdigerin û jin tên mexdûr kirin. Fundayê wiha got: “Daneyên buroyên alîkariya edlî li ber çavan bê girtin jî hewcedarî bi sererastkirineke wisa namîne.”   Li dijî mafê girtina nefeqeyê saziyên wek Mor Çati, Weqfa Piştevaniya Jinan hatin cem hev û Platforma Jinan a Mafê Nefeqeyê ava kirin. Platformê der barê qanûna nefeqeyê de û rastiya wê ya pratîkê de li gelek bajaran xebat meşand. Her wiha kampanyayek jî dan destpêkirin û di 10 rojan de 10 hezar îmze hatin komkirin. Bi kampanyayê bang li hemû jinan hat kirin ku xwedî li kampanyayê derkevin.   Parêzer Funda Ekîn ya di platformê de cih digire, der barê îdiayên di çapemeniyê de yên wekê wê nefeqe bê rakirin û dezenformasyona der barê ‘Platforma Mêrên Mexdûr’ diyar kir ku divê li hember vê tenê li qeydên baroyê binêrin.   ‘Mêr ne mexdûrin’   Fundayê bi lêv kir ku ew armanc dikin ku mafê nefeqeyê rast vebêjin û wiha got: “Pirsgirêka herî sereke girêdayîna nefeqa kêm e. Doz dirêj didomin. Jin rastî tehdîdan tên. Nefeqe nayên dayîn. Mînak 300 TL têrî debara jin û zaroka wê nake lê mêr wek mexdûr tên dîtin. Lê em dibêjin ku jin mexdûr in.”   ‘Mexdûrên herî mezin jin in’   Fundayê destnîşan kir ku di panel û civînan de rêxistinên jinan baldar nayên dîtin û her wiha cih nadin daneyên Navenda Mafê Jinan û got li dijî qanûnên hatine derxistin jî kampanya îmzeyan dane destpêkirin û wiha pê de çû: “Me kampanya da destpêkirin û di 10 rojan de 10 hezar îmze hatin kom kirin. Hinek mêran jî piştgirî dan kampanyayê. Li seranserê welat pisgirêka herî cidî betalî û şîdeta aboriye. Ji vê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Her wiha sedema herî mezin a destberdanan jî şîdet e.”   ‘Jin mafên xwe nizanin’   Funayê bi lêv kir ku rojnameya Akîtê qanûna 6284’an wek ‘qanûna malbatan xera dike’ nîşan daye, lê jin ji ber tehdîsa şîdetê dest berdidin û wiha got: “Jin mafên xwe nizanin. Jin mafên xwe yên velayetê jî nizanin. Mêr dibêjin ‘ez zarokên xwe digirim’ û tehdîd dikin. Yanî destberdan di van şert û mercan de pêk tên. Heta ev dane û îstatîstîk neyên kirin divê qanûn neyên guherîn.”