Doza îstîsmara zayendî ya Kuçukçekmeceyê di 27’ê Tebaxê de tê dîtin 2019-07-04 09:06:40   STENBOL - Li Kuçukçekmece ya Stenbolê der barê Mohammed V yê li hember zaroka 5 salî îstîsmara zayendî pêk anî ji 20 salan heta 27 salan doz hat vekirin û rûniştina yekemîn wê di 27’ê Tebaxê de li Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê bê dîtin.   Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê di 22’ê Nîsanê de zaroka 5 salî rastî îstîsmara zayendî hatibû. Li ser bertekên hemû rayagiştî û rêxistinên jinan, çalakî li her derê pêk hatin û bertek hatin nîşandan. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û mêrê bi navê Mohammed V di 26’ê Nîsanê de hat binçavkirin û hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de îdianame hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoy ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat gotin ku ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok’ 18 sal, ji sûcê ‘kes ji azadiya wê bêpar hiştin’ jî 2 sal û 7 sal ceza bê dayîn.    Gumanbarê îstîstmara zayendî wê di 27’ê Tebaxê de derkeve pêşberî dadger.