Di doza Ozgurlukçu Demokrasî de tahliye 2019-06-28 16:14:10   STENBOL - Danişîna doza 3 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozguklukçu Demokrasiyê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê rojnamegeran de 14 sal û 4 meh ceza birî. Heyetê der barê 3 rojnamegerên girti de jî biryara tahliyeyê da.    5'emîn danişîna doza 3 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, edîtorên rojnameyê Mehmet Alî Çelebî û Reyhan Hacioglu ku girtî tên darizandin amade bûn. Rojnamegerên serbest tên darizandin Îshak Yasul, Hîcran Urun, Pinar Tarlak û Ramazan Sola jî li salonê amade bûn. Rojnameger Mizgin Fendîk jî bi rêya SEGBİS’ê tev li danişînê bû. Ewil rojnameger Pinar Tarlak parastin kir û sûcdariya der barê xwe de red kir. Piştre rojnameger Mehmet Ali Çelebî parastin kir û diyar kir ku edalet panzehîra cudakarî û berberiyê ye û wiha got: "Dozger bi zimanekî cudakarî îdîaname amade kiriye. Bi sazkirinekê îdîaname amade kiriye. Ez sucdariya der barê xwe de qebûl nakim. Hemû xebatên min karên rojnamegeriyê ne. Niha rojnamegî dîl hatiye girtin. Rojnamegerî di hepsê de ye. Girtina rojnamegeran girtina demokrasiyê ye."     Rojnameger Hîcran Urun jî anî ziman ku hemû îddîaname tev ji xebatên nûçeyan pêk tê û got: "Li vir rojnamegeri tê darizandin. Xebat weşana muxalif tê darizandin. Îktîdar hemû kesên li dijî xwe weki terorîst dibîne. Yek delîla ku bibe endamê rêxistinê jî tune ye. Em li vir tenê karê rojnamegeriyê dikin. Haberturk, di serdema Efrinê de dema zilamekî OSO tecawîzî jinekê kir got ‘YPG'ê tecawizî jinekê kiriye" Ger ku îro me jî wekî wan nûçe şaş nivîsandibûya emê îro nehatina darizandin." Midûrê Karên Nivîsan Îshak Yasul jî sûcdariya der barê xwe de red kir û xwest bê berdan.     Edîtora  Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Reyhan Hacioglu ku girtî tê darizandin jî parastin kir û got: "Ji ber me erka xwe pêk anî 15 mehin em bedel didin. Em rojnamegerên ku tişta dijîn dikin nûçe. Hem dijîn em dikin nûçe. Endamê tu rêxistinan bi rêk û pêk SGK û meaşê wî yê bi rêk û pêk tune ye. Ez endamê Dîsk Basin Îşê me. Sedema ku em li vir in ji ber ku ji nûçeyên me bêzear dibin. Li hemberî civakê berpirsiyariya me heye. Li hemberî heqîqetê berpirsiyariya me heye. Em vê erk û berpirsiyariya xwe tînin cih. Ji ber em erka xwe pêk tînin, 15 mehin azadiya me ji destê me hatiye girtin. Nûçeyên em dinivisin karê rojnamegeriyê ye. Em karê rojnamegeriyê dikin."    Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da. Heyetê piştî navberê der barê Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Mizgin Pendik de biryara beraatê da. Der barê Hicran Urun, Reyhan Hacioglu, Îshak Yasul de bi îdîaya "Alîkariya rêxistinê" ji bo her yekî-"ê 3 sal û mehek û 15 rojan ceza birî. Der barê Yasul de dîsa ji propagandayê 1 sal û 6 meh û 22 roj ceza birî. Heyetê der barê Mehmet Ali Çelebî de jî bi sucdariya "Alîkarî kiriye" 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.    Der barê Xwediyê Îmtiyazê Îhsan Yaşar de jî ji ber çek li ser heye 10 meh ceza birî. Heyetê piştî ceza birî der barê Reyhan, Mehmet Alî  û Îhsan de biryara tahliyeyê da.