Ji bo Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer xwestina 15 sal ceza! 2019-06-26 11:34:10   AMED - Di 2'emîn rûniştina doza 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran de ji bo  Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salî ceza hat xwestin.    2'emîn rûniştina doza bi îdiaya "Endamtiya Rêxisinê" li Nûçegîhana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer hatibû vekirin li  9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Parêzerê Bêrîtanê, Resul Temur, hempîşeyên wê û malbata wê beşdarî rûniştinê bûn.    Rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir.   'Ez rojnamegerek im'   Piştî ku beyana şahid Canan Ceylan hat xwendin Bêrîtanê da zanîn ku ew vê îfadeyê qebûl nake û got ku tiştên wê kiriye di çarçoveya rojnamegeriyê de ye.    Ji 7 salan heta 15 salî cezayê girtîgehê hat xwestin!   Piştre bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê" ji bo Bêrîtanê ji 7 salan heta 15 salî ceza hat xwestin.    Bêrîtana ku mutaalaya heyeta dadgehê qebûl nekir dem xwest.    'Roportajên ku tên behskirin tune ne'   Piştre Parêzer Resul Temur parastin kir û got:"Canan Ceylan ji ber endamtiya rêxistinê 3 salan li girtîgehê ma û ji zagona poşmaniyê fêde girt. Tê îfadekirin ku muwekîla min bi endamên rêxistinê roportaj kiriye lê ev roportaj li holê tune ye."   Rûniştin tarloqî meha cotmehê hat kirin.