Kujerên du zarokan bi 19 hezar TL hatin cezakirin 2019-06-19 16:20:19   ŞIRNEX - 10' emîn danîşîna doza panzerê hat dîtin. heyeta dadgehê, derbarê gûmanbarê polîs Murat Maden de biryara beraatê û derbarê gûmanbarê ajokar Omer Yegît de jî “ji ber bûye sedema kuştin” 2 sal û mehek ceza birîn û ceza jî veguherandin cezayê pere 19 hezar TL.   10' emîn daneşîna doza derbarê bûyera ku ji ber panzer li Sîlopiyê kete malekê û di encamê de du biryayên hev Muhamed (7) û Furkan Yildrim (6) jiyana xwe ji dest dan ku ajovan polîs Omer Yîgît û amîrê wî yê ku ew peywirdar kir Murat Maden jê  tên darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin.  Di daneşînê de Omer Yîgît û Murat Maden ên ji derve de tên darizandin amade bûn.    Piştî kontrola nasnameyan danişîn hat destpêkirin. Her du polîsên bersûc, parêzer û bavê her du zarokan Mesut Yildirim tevlî daneşînê bûn. Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu, Hevşaredarê Şaredariya navçeya Sîlopiyê Suleyman Şanluk, rêvebirên HDP û DBP'ê jî doz şopandin.    Gûmanbar ajokar Omer Yegît, di daneşîna pêşî de panrastina xwe ya ku kiribû dûbare kir û ev tişt got: “Ji ber ku wesayita zirxî nedixebitî bûyer pêk hat. Min nikaribû bida sekinandin. Her wiha dibû ku min jî jiyana xwe ji dest bida.”   Gûmanbar polîsê bi navê Murat Maden jî di daneşîna pêşî de tiştên ku gotibû dûbare kir û beraata xwe xest.   Bavê zarokan Mesut Yildirim jî anî ziman ku tu biryar zarokên wî paşve nayne û wiha pêl da axaftina xwe: “Lê belê ev biryar dê bibe sedema dubarekirina bûyerên bi vî rengî ku dîsa pêk bên. Ez dixwazim ku bersûc bên cezakirin.”   Meqama Îddîayê piştre mutala xwest û “ji ber ku bûne sedema kuştinê” xwest ku her du polîs bên cezakirin.    ‘Ev sucek e’   Piştre parêzerê zarokan Nuşîrvan Elçi, parastin kir û got ku di dosyeyê de parastina ku hatiye kirin erebeya zirxî wekî ku  sûcdar e hatiye nîşandan û wiha got: “ Ajokar Omer Yegit bê ehliyet maşîne ajotiye. Ev sûc e. Ji ber ku bûne sedema kuştinê em dixwazin ku gûmanbar bên cezakirin.”   ‘Di vir ‘mebesta biguman’ heye’   Parêzerê zarokan Rojhat Dîlsîz jî bi lêv kir ku ev du salin dosye hatiye vekirin û got hîn di dosyeyê de kêmasî hene û ev tişt got: “Ev tiştên ku hatine jiyîn gelek tirsnak e.  Ev doz du salin hîna bi encam nebûye û sûcdar nehatine cezakirin. Di vê dosyeyê de lêpirsînên ku hatine kirin kêm mane û lêkolînên baş nehatine kirin. Li şûna ku li ser wesayita zirxî şopên tiliyan bên girtin,  kişandine aliyekî û şandine cihek dinê. Ev tê wê wateyê ku dixwazin delîlan winda bikin. Divê bersûc bên cezakirin.  An na em nikarin bi vî rengî li dosyeyê binêrin. Her wiha di bûyera kesên Tuncay Taşdemîr, Yasîn Ekrem û Selçuk Erdogan ku derbas dibe lêpirsîn bê destpê kirin. Her wiha ev ne ‘bûne sedema kuştinê’ye. Di vir de ‘mebesta biguman’ heye. Kesên ku bûne sedema kuştina van zarokan em dixwazin ku bên darizandin. Biryara ku hûnê bidin de pêşiya bûyerên ku biqewimin bê girtin. Em dixwazin ku faîl bên girtin.”   ‘Şehît bûna wî mebesta gengazê ji holê ranake’   Parêzerê zarokan Nazlican Yildiz Kakaç jî bi lêv kir ku ger zarok bijiyana dê beriya hefteyekê qarnê xwe bigirtana û ev tişt got: “faîlê ajokar di parastina xwe de got dibe ku ez jî şehît biketema. Şehît bûna wî mebesta gengazê ji holê ranake.”   Cezayê kenê   Piştî parastinên hatin kirin heyata dadgehê navber da. Piştî navbera hat dayîn heyeta dadgehê, derbarê  polîs Murat Maden de biryara beraatê û di derbarê f ajokar Omer Yegît de jî ji ber“Bûye sedema kuştinê” 2 sal û mehek ceza hat birîn û ew ceza jî veguherandin 19 hezar TL.