Di doza Sara Kaya de wê meteryalê dijîtal careke din bên lêkolînkirin 2019-06-19 12:19:04   MÊRDÎN - Daneşîna 12'emîn a Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ku di encama serdegirtina mala xwe de hat girtin û bi daxwaza cezayê muebetê tê darizandin hat taloqkirin.    Li Navçeya Mêrdînê ya Nisêbînê, di 13'ê Çileya 2017'an de bi ser mala Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya de hatibû girtin û piştî ku 14 rojan di bin çavan de mabû li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û hatibû girtin. Daneşîna doza Sarayê ya 12'emîn li Dadegeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara ji Girtîgeha Tîpa E ya Wanê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû.    Daxwaza tahliyekirinê   Di daneşîna ku bi tespîtkirina nasnameyê hat destpêkirin destpêkê parêzer Kamuran Tarhan mafê axaftinê girt û wiha got: "Di sûcdariyên ku li bersûc tên kirin nameya mijara gotinê ku wekî delîlê sûc tê dîtin delîlek ku hatiye çêkirine. Name çawa hatiye bidestxistin di dîmen de xuya dike.  Di rapora mufetişande jî tê îdakirin ku kes bi awayê dijqanûnî hatin tayînkirin lê ev rapor jî şaş hatiye amade kirin.  Em hemû parastinên xwe yên berê ku me radest kirine dubare dikin û dixwazin ku muwekîla me bê tehliyekirin."   Parêzer Hakan Sadikoglu jî ev parastin kir: "Di dosyaya ku tê gotin muwekîla me piştgirî daye kolandina xendekan de tu delîlê ku vê îspat bike tune ye. Ji ber vê em dixwazin ku muwekîla me bê tehliyekirin."   Wê delîl û meteryalên dijîtal careke din bên lêkolîkirin   Di daneşînê de herî dawî sara mafê axaftinê girt û got ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û tehliyeya xwe xwest.   Piştî parastinan 5 deqe naber hat dayîn.    Piştî navberê , dadgehê ji bo delîl û meteryalê dijîtaş careke din bên lêkolînkirin biryar da ku ku careke din ji Serdozgeriya Komarê re nivîsa muzakereyê bê şandin.  Dadgehê biryar da ku sara careke din bi rêya SEGBÎSê ji dadgehê re bê amadekirin û daneşîn taloqî 11'ê Îlonê kir.