Sevînç Hocaogullari: Tu eleqeya pakêta reforma darazê bi rastiyê tune ye 2019-06-18 09:11:55   ENQERE- Parêzer Sevînç Hocaogullari diyar kir ku belgeya stratejiya pakêta reforma darazê, li gorî pêkanîn û rastiyên Tirkiyeyê ye û ji ber vê jî bi guman lê dinêrin û wiha got: “Em dizanin ku dema behsa xwegîhandina edeletê ya jinan tê kirin, maf tên xespkirin. Ev belge, belgeyeke ku divê mirov bi guman lê binêrin e.”   Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya 2019’an a ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye amadekirin ji aliyê serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hinek hat aşkerakirin. Belgeya hatiye amadekirin ji 9 sernavan pêk tê û di pêvajoyên pêş de der barê qada pêş de 70 hedef hatine rêzkirin. Parêzer Sevînç Hocaogullari, der barê belgeya stratejiya pakêta darazê de nirxandin kir.   ‘Yên heta îro kirine binpêkirinên giran in’   Sevînçê bi lêv kir ku pakêta reformê ya darazê di alî azadî û mafên sereke de gelek hatiye mezinkirin, lê tu eleqeya wê bi rastiyê tune û wiha pê de çû: “Pêkanîna serbixwebûna darazê, pergala darazê, mafê mirovan, girtina ewlehiyê ya serbixwebûna dozger û parêzeran. Ev mijar bi salan e li Tirkiyeyê tên nîqaşkirin. Em li Tirkiyeyê pêvajok giran a hiqûqê dijîn. OHAL rabû lê pêvajoya OHAL’ê bi awayekî fîlî hîna didome. Hîna biryarên ku berdewam pêvajoya OHAL’ê de derdikevin. Ger dibêjin belgeya stratejîk, ev dayîna bedelên giran ya beramberê tiştên heta îro kirin e. Di vî alî de nezelalî heye.”   ‘Beyî ji rêxistinên jin û zarokan bipirsin amade dikin’   Sevînçê destnîşan kir ku belgeya stratejiya reforma darazê ji aliyê kê ve, bi kê re hatiye amadekirin û got pakêt ji derveyê rayagiştî ya demokratîk hatiye amadekirin û ev tişt daxuyand: “Der barê jinan de sererastkirin tên kirin, lê jin ji derveyê pêvajoyê ne, der barê zarokan de qanûn tê avakirin, lê ji derveyê rêxistinên zarokan tê avakirin. Behsa sererastkitina dozger û dadgeran tê kirin, lê di pêvajoya ji vir şûnde bi qanûna surgunê dertê holê. Ji ber vê ne pêkane mirov bawer bikin. Li Tirkiyeyê hemû alî li dijî edeletê baweriya wan nemaye.”   ‘Gelo jin bi pêkanînên pozîtîf tê şûndexistin!’   Sevînçê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku rêbazên darazê bi qasî tê dîtin xwedî bingeheke serdest ya mêr e. Sevînçê wiha dirêjî da axaftian xwe: “Yek ji rewşên ku belgeya stratejîk tîne jî di qada dozger, dadger û personelan de wekheviya jin û mêr bû. Sala borî 100 kes hatin tayînkirin  ji bo Dadgeriya Bilind û ji van tenê du heb jin bûn. Wekhevî gotinek ku hêsan tê gotinê ye. Di stratejiyê de jî behsa tayînkirinên wekhev hat kirin. Em ê bibînin ev pêkanîn wê çawa be. Jin di alî xwegîhandina edeletê de pirsgirêkên cidî dijîn. Tê gotin ku wê der barê xwegîhandina edeletê de sererastkirinên pozîtîf bên kirin û di vir de Peymana Stenbolê esas bê girtin. Em ê bibînin ku ka ev wê çawa pêk bên.”   ‘Di newekheviyên pozîtîf de pirsnîşan ava dibin’   Sevînçê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di nîqaşên der barê qanûna 6284’an de hatin kirin de, hat dîtin ku jin di saetên mesayîyê de li qerekolan ne li edliyayan gilî dikin. Me ev gelek rexne kir. Bi van pêkanînan newekheviyeke pozîtîf ya çawa bê kirin de pirsnîşan hene. Niha cih dane ‘navbeynkariya malbatî de’ jî. Dibêjin der barê pirsgirêkên malbatî de lihevkirin bila hebe, bila neçin dadgehan. Di vir de jî hatiye gotin wê Peymana Stenbolê esas bê girtin. Lê ev berê jî gelek hatibû nîqaşkirin. Xala ‘wê odeyên hevdîtinê edlî pêk bên’ ya di pakêta darazê de jî zêde nehatiye runiştin. Me berê di Edliyeya Enqereyê de ev dît. Du meh breê di dosya zarokek rastî îstîsmarê de hatibû de, me xwest îfadeya mexdur li odeya edlî bê girtin û hat qebûlkirin. Dadgehê got odeya hevdîtina edlî li ku ye. Ji ber vê pergaleke ku nehatiye runiştinê heye. Ger pêngavên hewce neyên avêtin, sererastkirin jî vala dimînin.”   ‘Divê biguman lê bê nêrîn’   Sevînçê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser belgeya stratejiya pakêta darazê û got divê biguman lê bê nêrîn û wiha got: “Em dizanin ku dema behsa xwegîhandina edeletê ya jinan tê kirin, maf tên xespkirin. Ev belge, belgeyeke ku divê mirov guman lê binêrin e.”