Derbarê 10 kesên di Komîteya Amdekar a Newrozê de cih girtin îdaname 2019-06-16 09:02:22   ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê 10 kesên di Komteya Amedekar a Newrozê de cih girtin bi îdaya "bi awayê dijqanûnî civîn pêk anîne û xwepêşandan kirin û rêveberine" îdaname amade kir.    Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê 10 kesên ku di komîteya Amadekar a Newroka ku di 21'ê Adarê de li Taxa Konakê ya Îzmîrê hat lidarixstin de îdianame amade kir. Serdozgeriyê derbarê 10 kesên ku parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku wekî axaftvan tevli bernameya Newrozê bû, Hevşaredarên DBP'ê yê Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirix û endama Meclisa Giştî Zozan Fendîk ku pêşkêşvanî kir de bi îdaya "bi awayê dijqanûnî civîn pêk anîne û xwepêşandan kirin û rêveberine" îdaname amade kir.    Lig elek bajarên Kurdistan û Tirkiyê Newroza 2019’an bi dirûşmeya “Em ê teqez bi ser kevin, tecrîdê bişkînin” ku nav û deng bûbû. Wekî di dirûşmeyê de diyar bû jî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û bi vî helwestê grevên birçîbûnê destpê kiribûn. Di 21’ê Adarê de jî li qada taxa Konak a navçeya Cizîr a Şirnexê bi heman dirûşmeyê pîrozbahiya Newrozê hatibû kirin. Serdozgeriya Komara Cizîrê, di derbarê Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig, pêşkeşvan Zozan Fendîk û di Komîteya Tertîp a Newrozê Cizîrê de 6 kesên cih digirin de bi îdîaya “Li dijî zagonan civîn û meşa nîşandan, rêvebirin û tevlî tevgera wan bûyîn” îdîaname hat amadekirin.   Di îdîanameya ku hatiye amadekirin de ev tişt hat gotin: “Roja 21/03/2019 bi organîzeya rêxistina navçeya Cizîrê ya HDP’ê li qadeke vala ya taxa Konakê dema bernameya xwe ya newrozê pêk anîn saet 13.40’an de Zozan Fendîk a ku pêşkeşvanî dikir, di derbarê wê de ji ber 'suc û sucdar parastiye' lêpirsîn hatiye destpêkirin.) Ew kes ji civakê re li ser hîtaba 'hûn amade ne? Ji bo şehîdên Kurdistanê rêz bigirin', qaşo ketine rêz girtinê. Di bernameyê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, namzetê Serokê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û qaşo hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu ku wek axaftvan cih girtine û di axaftinên xwe de axaftinên sûc kirine. Derbarê van kesan de ji ber axaftinên sûc kirine lêpirsîna cuda cuda hatiye destpêkirin. Her wiha endamên civata ku bi rêk û pêk kirine berpirsyarin beriya bernameyê nivîsa ku ji bo bernameyê agahtar bikin şandibûn û ji ber di bernameyê de derketine derveyî mexsedê ji qanûna 2911’an bi xala 28/1’ê de ji sûcê muhalefetê lêpirsîn hat destpêkirin."    Daneşîna dozê ya yekme di 3'yê Îlonê de ye   Li ser Îdanameya ku hatiye amadekirin daneşîna dozê ya 1'emîn dê di 3'yê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Aslî ya 1'emîn a Cizîrê bê dîtin.