Profesorê êrîşkar serbest hat berdan 2019-06-14 16:27:53   ENQERE - Profesor Hasan Bîlgîlî yê li Zanîngeha Enqereyê li Fakultya Baytariyê li dijî jinekê êrîşa zayendî pêk anî serbest hat berdan.   Hatibû aşkerakirin ku li Zanîngeha Enqeryê Profesorê bi navê Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Baytariyê êrkdar bû li klînîka xwe ya taybet bijîşkeke ku li cem dixebitî bi tundiyê re û bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştîbû.  Hasan Bîlgîlî ê ku li ser giliyê jina bi êrîşê re rûbirû ma hat binçavkirin derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin û hatibû girtin.    Xwndekarên Fakulteya Baytariyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin ku Hasan Bîlgîlî serbest hatiye berdan û ragihandin ku ew ê bi dirûşma "Em destûrê nadin ku hûn tecawizê bişofînin" saet di 12.00'an de li ber Rektoriyê Zanîngeha Enqereyê çalakiya şermezarkirinê li dar bixin.