Derbarê polîsê li Mêrdînê fuhûş li ser jinan ferz dikir biryara bêşopandinê 2019-06-10 13:56:03   MÊRDÎN - Di mehên borî de parêzeran û saziyên jinan derbarê polîsê E.U. yê ku li Mêrdîn fuhûş li ser jinên serîlêdana kar dikir,  ferz dikir de serîlêdana sûc kiribûn. Derbarê polîsê li Mêrdînê fuhûş li ser jinan ferz dikir biryara bêşopandinê hat dayin.   Di serdema qayyim tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin polîsê bi navê E.U. yê ku mudurê şîrketa KENT A.Ş'ê bû dixwest ku jinên serîlêdana kar dikin karê fuhûşê bikin. Ev yek bi derketina qeyda deng aşkere bûbû. Di 16'ê Gulanê de Hevseroka ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn jî di nav de, gelek parêzer û saziyên jinan hatibûn li Edliyeya Mêrdînê serîlêdana sûc kiribûn. Derbarê polîsê li Mêrdînê fuhûş li ser jinan ferz dikir biryara bêşopandinê hat dayin.   Dê parêzer ji bo biryarê îtiraz bikin   Her wiha parêzeran diyar kirin ku ew ê derbarê biryara bêşopandinê de li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê îtiraz bikin.