Baweriya jinan bi darazê tune ye 2019-06-05 09:12:03   ENQERE - Parêzar Îlke Işik diyar kir ku AKP wê di dîrokê de bi polîtîkayên ku pêşî li şîdet, tacîz, tecawiz û îstîsmar jin û zarokan vekiriye bê bibîranîn û got: “Baweriya jinan bi darazê tune ye lê ji polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê û daraza mêr hesab dipirsin.”   Lî gorî çeteleya şîdetê ya meha Gulanê ku JIN NEWS’ê derxist holê 27 jin û 14 zarok hatine qetilkirin û 27 zarok jî rastî îstîsmarê hatine. Parêzer Îlke Işik balkişand ser polîtîkayên 17 salan ên destihlatdariyê û da zanîn ku polîtîkayeke ku jin û mêran wekhev nabîne tê meşandin.   ‘Êrîşê ji her çar alî dimeşînin’   Îlkeyê got di dema AKP’ê de şîdeta li ser jinan zêde bûye û got: “Van daneyan jin xistin tevgerê. Wezareta dadê ji sedî hezar û 400 dane da. Lê şîdetek ku zêde dibû heye. Jin dihatin kuştin. Ev bi hewldana jinan hat dîtin. Di encama hewldana tevgera jinan de me dît ku di dema AKP’ê de şîdeta li ser jinê sîstematîk bûye. Vê ji her çar alî de dimeşînin. Gotinên ‘jin û mêr ne wekhev in, divê jin nexebitin, cihê jinê cem malbata wê ye, divê ji destberdanê nefeqe neyê girtin’ tê gotin û bi vê ferasetê tev digerin. Yên îstîsmarê dikin jî bêperwa ne, ji ber her tişt asayî bûye.”   ‘Dadgerên di nêrîna desthilatdariyan de biryarê didin’   Îlkeyê destnîşan kir ku yek ji taybetiyên herî sereke ya pergalê serdestiya mêr a darazê ye û wiha pê de çû: “AKP di dîrokê de wê bi van bê bibîranîn. Sererastkirinê qanûnî jî di bin navê reformê de wek ‘em karên mezin dikin’ nîşan didin. Dadgerên dadgehên cezayê an jî dozgerên serlêdanên jinan digirin serbixwe nînin û baweriya jinan bi darazê nemaye. Ez mînaka Nevîn Yildirim bidim. Di hefteyên borî de Dadgeha Bilind cezayê muebetê ya Nevîn Yildirim erê kir. Ger baweriya Nevînê bi darazê hebûna wê neçarê kuştinê nemabûna. Daraza jinan naparêze û bi hemû mêrantiya xwe nêzî wan dibin, di doza Nevînê de jî neheqî kir. Di alî jinan de pirsgirêk didomin. Baweriya jinan bi darazê nemaye lê bi jinên ligel xwe dimeşin û ji polîtîkayên dijminê jinê hesab dipirsin.”   ‘Çima zarok êdî dernakevin ber deriyan?’   Îlkeyê her wiha balkişand ser îstîsmara zarokan û got îstîsmara zarokan jî bi qasî, tacîz, tecawiz û şîdet a li ser jinan zêde bûye û wiha pê de çû: “Şîdeta ji jor tê, ya her tim hesab dipirse û tiliya xwe dihejînin, li her derê civakê bandor kiriye. Jin û zarokan bê parastin dihêle, mêran bê cesaret dihêle. Divê desthilatdarî ji xwe bipirse ku çima zarok êdî nikarin derkevin ber deriyên xwe. Bi nîqaşên xesandin û darbekirinê tenê di alî cezakirinê de dinêrin. Gelo wê zarok çi bibin? Zarokên ev jiyane, ji bo jiyana xwe bidomînin ji bo wan pergaleke çawa heye.?”