‘Parêzerên jin jî ji bayê li dijî jinan para xwe digirin’ 2019-06-04 09:16:38   Safiye Alağaş   STENBOL - Li Edliyeya Anadolu ya Stenbolê dadger Mehmet Yoylu mudaxaleyî kinbûna etekê parêzera jin kiribû. Parêzer Yelda Koçak da zanîn ku ev mudaxale ji rewşa welat ne serbixwetir e û got: “ Parêzerên jin jî para xwe ji bayê li dijî jinê digirin. Em di hemû dozên îstîsmar, cînayet û êrîşên zayendî yên li hemberî jinê de mînakên ‘Di wê saetê de çi karê te li wir hebû. Te çima wisa li xwe kir.’ dibînin.”   Li 2’emîn Dadgeha Kar a Edliyeya Anadolu ya Stenbolê di doza vegera ji bo kar a di 29’ê Gulanê de hat dîtin de dadger Mehmet Yoylu, mudaxaleyî etekê parêzer Tugçe Çetîn kir. Li gorî girtekên ku parêzer Erdost Balci di çapemeniya civakî de weşandiye, dadger etekê parêzerê kin dîtiye û gotiye kinbûna etek li gorî mevzuatê ye an na.   Piştî girtek di çapemeniya civakî de hat weşadin şûnde di serî de hiqûqnasên jin, ji her alî bertek hat nîşandan. Serokwezîlê Lijneya Dadger û Dozgeran jî di hesabê Twîtterê de daxuyanî da û got dadger Mehmet Yoylu ji peywirê hatiye dûrxistin.   ‘Ev ne tesaduf e’   Endama Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Yelda Koçak, da zanîn ku ev ne bûyerek tesaduf e û got ew wek parêzer her tim rastî mudaxalaya dadgeran tên û wiha pê de çû: “Em her tim dibin şahidên mudaxaleyên dadgeran. Lê di ve bûyera dawî de, sedema vê cesaretê ev e ku desthilatdariyê di salên dawî de parêzertî bê îtîbar hiştiye. Bi dehan parêzer di girtîgehan de ne.”   Yeldayê bi lêv kir ku gotina dadger a ‘ev der welatekî Musliman e’ girîng e û got: “Dadger ji bo edaletê bide welatiyên ne musliman jî lê wê astê ye. Dadgerek bi vê gotinê mudaxaleyî etekê hevala me dike û ev jî rewşa bi êş ên faaliyetên darazê nîşan dide. Em jinên parêzer jî ji bayê neyînî yê li dijî jinan para xwe digirin.”   ‘Dadger daxistina ‘rewşa baş’ dipê’   Yeldayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dadger piştî bûyerê ji ber bertek girtiye, rûyê xwe kur kiye, îşlik li xwe kiriye, kravat girê daye û got: “Gelek kujer ji ber kravatê cezayê wan tê daxistin. Di dozên kuştinên jinan de ev pir tê dîtin. Di bûyerê de jî dadger li gorî şertê havînê cil lixwe kiriye. Piştî bûyerê hema çûye rûyê xwe kur kiriye. Îşlîkê spî li xwe kiriye, kravat girê daye. Ew jî li gorî xwe ji rewşa baş daxistinê dipê. Vî dadgerê berê jî li bajarekî din parêzerek derb kiriye.”