Doza panzerê taloqî 19'ê Hezîranê hat kirin 2019-05-31 13:42:00   ŞIRNEX -9'emîn daneşîna doza panzerê hat hat dîtin. Dozgeriyê di mûtalaya da de xwest ku polîsên gûman bar ji 2  salan heta 15 salan bên cezakirin.    9'emîn daneşîna doza derbarê bûyera ku ji ber panzer li Sîlopiyê kete malekê û di encamê de du biryayên hev Muhamed (7) û Furkan Yildrim (6) jiyana xwe ji dest dan, ajovan polîs Omer Yîgît û amîrê wî yê ku ew peywirdar kir Murat Maden jê  tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Di daneşînê de Omer Yîgît û Murat Maden ên ji derve de tên darizandin amade bûn. Hat xwestin ku Murat Maden û Omer Yîgît ên “bûne sedema kuştinê” ji 2 salan heta 15 salan  bên cezakirin.   Piştî kontrola nasnameyan danişîn hat destpêkirin. Rapora “hindik bi qisûr in” a derbarê polîsan de li dosyeyê zêde kirin. Her du polîsên bersûc, parêzer û bavê her du zarokan Mesut Yildirim doz şopandin.    Ahmet Yildirimê ku şahide bûyerê ye heyeta dadgehê parastinên wî yên berê dûbare kir û jê pirsî tiştekî din bêje heye yan na. Şahid Ahmet, parastina xwe ya berê dubare kir û  xwest ku sûcdar bên ceza kirin.   Bersûc polîsê amîr Murat Maden ifadeyên xwe yên pêşî dûbare kir û beraata xwe xwest. Her wiha Murta anî ziman ku Midûrê Emniyeta navçeya Sîlopî Selçuk Erdogan jî wê rojê peywir girtiye û xwest ku ew jî li vir bê darizandin.   Polîsê bersûc îfadeya şahid qebûl nekir,  Bersûs polîs Omer Yegît jî îtîrazî îfadeyên Ahmet ê ku bûye şahid kir û beraeta xwe xwest.    Parêzerê zarokan Husnu Kaplan jî parastinên xwe yên berê dûbare kir û got ku ewê  derbarê kesên di rapora kesê pispor de ji bo kesên ku navên wan derbas dibin serlêdana sûc bikin.   Meqama îddîayê, da zanîn ku bersûc Murat Maden jî ji bûyerê berpirsyare û hat xwestin ku ji maddeya tê darizandin bê cezakirin.   Doz hat taloqkirin    Heyeta Dadgehê ji bo biryarê 5 deqe navber da. Piştî navbera hat dayîn heyeta dadgehê doz taloqê 19’ê Hezîranê kir û anî ziman ku dê wê rojê daneşîna biryaraê ya dozê bê dîtin.