OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da 2019-05-30 12:56:32   STENBOL - Piştî bi dawîkirina rojiya mirinê û greva birçîbûnê gelek girtî sewkê nexweşxaneyan nehatin kirin. Parêzerên OHD'ê, derbarê binpêkirin û nebirina nexweşxaneyê ya girtiyan serî li Dadgeha Makeqanûnê da.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin, hê jî nebirine nexweşxaneyê. Çalakgerên di rojiya mirinê de bûn Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li ser tundiya raya giştî rakiribûn nexweşxaneyê jî di heman rojê de careke din şandin girtîgehê. Girtiyên din jî hêj sewkê nexweşxaneyê nehatine kirin.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî van binpêkirinên ku li girtîgehê derketin holê serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyan di bin talûkê de ye û ji ber vê yekê serî li Dadgeha Makeqanûnê didin.