Li dadgehê ji kujerê Muzeyenê re gotin: Derbasî be 2019-05-20 15:29:47   AMED - Mesut Issi yê ku Muzeyyen Boylu duh qetil kir piştî derxistin dadgehê hat girtin. Parêzeran, diyar kir ku heyeta dadgehê bi gotinên , "Tu bi xêr hatî. Derbasî be" dest bi daneşînê kiriye.    Muzeyyen Boylu ya ku li navçeya Çinarê parêzerî dikir, ji aliyê bijîşkê bi navê Mesut Isi yê ku berî bi salekê lê doza hevberdanê vekiribû ve li Amedê hat qetilkirin.  Lêpirsîna Mesut Issi yê ku Muzeyyenê qetil kir li Dadgeriya Sulh Cezayê hat kirin qediya. Di lêpirsîna ku hat kirin de parêzerên Komeleya Rosayê ya Jinan, Komîsyona Jinan a ÎHD'ê û hin parêzerên baroyê nehatin qebûlirin tenê destur ji 15 parêzeran re hat dayîn. Bersuc bi êlekê çelîk anîn salona daneşînê û parêzeran jî diayr kir ku heyeta dadgehê bi gotina, "Tu bi xêr hatî. Derbasî be" dest bi lêpirsînê kiriye.    Piştî lêpirsîna ku hat kirin heyeta dadgehê diyar kir ku delîlên şênber hene û biryar da ku Mesut Issi girtî bê darizandin.