Parêzer Ozum Vurtun: Divê daxwaza girtiyan bê cih 2019-05-19 09:33:03   Şehrîban Aslan   AMED - Yek ji parêzerên OHD’ê Ozum Vurgun der barê rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê de wiha got: “Girtî dema diçin doktor an jî hevdîtina parêzeran qursiya bi teker dixwazin lê nadin wan. Doktor êdî der barê rêveberiya girtîgehan de girtekan digirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 193’emîn de ye. Her wiha li girtîgehan jî grev didome û çalakiyê asta krîtîk derbas kiriye. Koma ewil di roja 155’emîn de ye û çalakiya koma ewil a ketiye rojiya mirinê jî di roja 120’emîn de ye. bi hevkariya parêzer û malbatan der barê rewşa girtiyan de agahî tê girtin û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bi girtiyan re ji nêz ve elqeder dibin û agahiyê didin. Parêzera OHD’ê Ozum Vurgun ewil behsa faliyetên komeleyên xwe kir û der barê komîsyona girtîgehê ya ava kirine de agahî da.   ‘Me beriya OHAL’ê jî piştî wê jî xebat berdewam kirin’   Ozumê got navenda komeleya wan li Amedê ye û di mijara 2018’an de hatine avakirin di dema OHAL’ê de hatine girtin û piştî vê jî wek OHD berdewam kirine. Ozumê wiha got: “Em di qada mafê mirovan de dixebitin. Piştî OHAL hat rakirin me wek OHD berdewam kir. Em komeleyek aktîvîstin. Em komeleyek hiqûqê ne. Armanca me edelet bê cih û qanûn pêk bên. Komîsyonên me yên cuda jî hene. ya sereke ya jinan, ya girtîgehan û her wekê din. Li gelek bajarî şaxên me hatin vekirin.”   ‘Gelek binpêkirin hene’   Ozum balkişand ser greva birçîbûnê û wiha got: “Beriya grevan me binpêkirinên li girtîgehan dikir rapor. Me xwe digîhand Wezareta Dadê û di alî hiqûqî de xebat meşand. Komîsyona girtîgehê ‘Platforma Şopandina Grevên Birçîbûnê îlona kir û şopand. Me hewl da dijhiqûqiyên li hember grevên birçîbûnê derxin holê. Endamên platformê hene. Em bi gelek girtiyan re hevîtinê dikin, lê ji bo me ewil grevên birçîbûnê tên. em jî endamê vê platfromê ne.”   ‘Doktor êdî der barê rêveberiyên girtîgehan de girtekan digirin’   Ozumê daxuyakirin ku ew her tim diçin girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm girtîgeha Hejmar 2 a Elezîzê. Bi taybet xwarinê didin girtiyên di grevê de. Vîtamînan nadin. Tu car karbonat nedan wan. Çûyîn û hatina doktoran bi pirsgirêk bû. Girtiyên di grevê de xistin hucreyan û girtî hatin c ezakirin. Girtiyên koma ewil ketine grevê êdî nikarim bimeşin. Dema girtin diçin doktor an jî hevdîtina parêzeran qursiya bi teker nadinê. Bifikirin doktor jî êdî der barê rêveberiya girtîgehan de girtekan digirin. Li girtîgeha Elezîzê ji bo 6 girtiyan hevdîtina parêzer hat sînorkirin. Hevdîtinên bi parêzeran re tên îlegalîzekirin.”   ‘Dayikan hêz da me’   Ozumê di berdewamiyê de got ew wek parêzrên OHD’ê ji bo piştgiriya çalakiya dayikan a li Parka Koşuyolu tevlî bûne û ev tişt anî ziman: “Em çûn cem dayikan, me dît ku dayik çiqas xurtin. Li şûna em hêzê bidin wan, wan hêz da me. Ewil pirsgirêk tunebûn. Piştî re em ji aliyê hêzên çevîk e rastî heqeretan hatin. Dijûn hatin kirin. Divê ji her alî de ji bo dayikan piştgirî bê dayîn. Yekane tişta em ji komara Tirkiyeyê, muxaleft û destilatdariyê re dibêjin ev e;Em qanûneke ji wan cudatir naxwazin. Em dixwazin ku li pey qanûnên ku wan nivîsiye bisekinin. Em naxwazin mirin çêbibin. Ji xwe me 8 can da. Rojiya mirinê her diçe giran dibe. Divê demildest daxwaza girtiyan bê cih.”