Jinên mexdurê Somayê: Dewletê ne em, patron parast 2019-05-18 09:10:43     MANÎSA - Jinên xizmên kesên di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku Can Gurkan hat berdan û destûra bikaranîna madenê hat dayîn şûnde, baweriya wan ya bi edaletê nema û got: “Dewlet bi patronan hevkariyê dike.”    Di komkujiya Somayê ya Manîsayê de di 13’ê Gulana 2014’an de 301 karkerî jiyana xwe ji dest dan û bi qasî komkujiyê nirxa ji bo jiyana mirovahiyê tê dayîn jî hat dîtin. Xizmên kesên jiyana xwe ji dets dan, di pêvajoya dozê de rastî dramek din jî hatin.   Di encama doza 4 salan berdewam kir de Serokê Lijneya Rêveberiya Soma Holdîng berat kir û Serokê Lijneya Rêveberiyê Can Gurkan hat berdan û destûra kargeriya madenê şûnde hat dayîn. Dayika Hakan Uçkun yê di madenê de jiyana xwe ji dest da, Sevgul Uçkun, diyar kir ku di encama darizandina 4 salan de Can Gurkan hatiye tahliyekirin û got ev bê edaletiye û wiha pê de çû: “Doz bi çend kesan hat sînorkirin û em ji vê ne rehet in. Kurê min her tim digot ‘kablo germ dibin, elektîrîk li me dixe, dînamît diteqin, germahî zêde dibe’. Kurê min ewqas êzing kişandibû milê wî bûbû birîn. Bila Can Gurkan dîsa bê girtin. Qe nebe em ê rehet bikin.”   ‘Malbat wê dest ji doza xwe bernedin’   Sevgulê her wiha bi lêv kir ku piştî mirina kurê xwe tazmînat negirtine, lê gelek kesî ji saziyên alîkariyê girtine û wiha got: “Can Gurkan û parêzerên wî bi me dikeniyan. Selçûk Kozagaçli jî girtin, ji ber ku alîgirê me bû. Ev ne qeza bû, cînayet bû.”   ‘Karkerên mirin sûcdar kirin’   Hevjîna Hakan Uçkun, Sîbel Uçkun jî bertek nîşanî berdana Can Gurkan da û bang kir ku ji bo qezayên din çênebin divê parêzvanên mafê mirovan piştgiriyê bidin û wiha got: “Di qezayê de karker hatin sûcdarkirin. Sîcareya hevjînê min jî tunebû. Gotin karkeran cîgare kişandiye û bi vê sûcdar kirin. Gelek kesî tazmînat girt, lê me negirt. Pere li aliyekî xwezî hevjînê min ligel min bûna. Piştî komkujiyê gelek jin rastî zextên derdorê hatin û jinên xwestin tazmînat û alîkariyê jî bigirin hatin xapandin.”