Parêzer Ceren Şîmşek: Gelo dewlet ji bo parastina zarokan çi dike? 2019-05-17 09:12:17   Habîbe Eren   ENQERE -  Parêzer Ceren Şîmşek balkişand ser çanda bêcezabûnê ya rê li ber îstîsmara zayendî vedike û berpirsyariya dewletê ya di pêşîgirtina îstîsmara zayendî de û wiha got: “Ji ber desthilatdariyeke ku her carê pêşnûme qanûnên dijberê zarokan derdixe, pergalek ku sûcdar diparêze ava bûye. Gelo dewleta ku divê zarokan biparêze heta niha çi kiriye?   Parêzer a femînîst Ceren Şîmşek der barê bûyerên îstîsmar û polîtîkayên bêcezabûnê yên desthilatdariyê de axivî. Cerenê diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna îstîsmarê çanda bêcezakirinê ye û wiha got: “Gumanbarên ku cezayên heq dikin nagirin, xwe ji pêkanîna sûc nakişînin. Ji bo pêşî li van sûcan bê girtin divê cezayên di cih de bên dayîn. Para desthilatdariyê ya di vê çanda bêcezabûnê de gelek zêde ye.”   ‘Pirsgirêka esas nepêkanîna qanûnan e’   Cerenê daxuyakrin ku qanûnên dijberê îstîmarê hene lê di aliyê pêkanînê de têr nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman di qanûnan de dikarin hinek guherîn bê kirin. Mînak der barê têkiliya zayendî ya di navbera kesên hevtemen de dikare sererastkirinek cuda bê kirin. An jî mevzuata der barê îstîsmara zarokan de dikare bê berfirehkirin. Lê zarok di asta darizandinê de carek din tên mexdurkirin. Bi sucdaran re empatî tê avakirin û ji ber vê cezayên sucdaran tên daxistin an jî bê ceza tên hiştin.   Cerenê der barê polîtîkayên hikûmetê de jî nirxandin kir û destnîşan kir ku di zêdebûna bûyerên îstîmsarê de polîtîkayên desthilatdariyê pir bi bandorin û got: “Ji bo fêdeya zarokan divê ne bi sûcdar re,bi mexdur re empatî bê avakirin. Lê ji ber zîhniyeta desthilatdariyê re ji bo îstîsmarê cesaret tê zêdekirin û dibe sazî.   'Gelo dewlet  çi dike?'   Cerenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergal piştî ku sûcên îstîsmar û tecawizê pêk tên dikeve tevgerê û got ev yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Cerenê di 19’emîn Xala Peymana Der barê Mafê Zarokan de di mijara ku zarok ji îstîsmara zayendî bê parastinê, berpirsyariyên dewletê tên bibîrxistin. Cerenê wiha got: “Divê dewlet pêşî lê bigire, tespît bike, mudaxale bike, başkirin û zirarê çareser bike, piştgiriya civakî bê dayîn û bersûcan jî ceza bike. Di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî.Bi xebateke hevpar dikare di mijara xebata ji bo pêşîgirtina îstîsmarê zor li dewletê bêkirin."