Ji bo gumanbarê ku zarok teşîr kiribû daxistina ceza 2019-05-16 09:19:24   Safiye Alagaş   STENBOL - Gumanbarê îstîsmara zayendî Mehmet Alî P. ku ji aliyê zaroka 11 salî û malbata wê ve hat teşîrkirin û di encama têkoşîna wan de hat cezakirin, dadgehê 20 sal ceza lê birîbû. Lê dadgehê di vê rûniştinê de jî ‘rewşa baş’ da berdewamkirin û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.   Zaroka bi navê B. ya 11 salî ya li Stenbolê dijî, ji aliyê xizmê xwe Mehmet Alî P. (51) ve 2 salan rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû. B. di havîna 2018’an de bi malbata xwe re diçe gund û li wir bi zarokan re lîstika ‘lîstika gotina sirê’ lîstin û B. li wir dibêje sirek min heye lê ez nabêjim. Li ser israra zarokan B. diyar dike ku rastî îstîsmara zayendî ya xizmê xwe Mehmet Alî P. hatiye.   Piştî vegotinên zaokê malbatê gilî kir û lêpirsîn hat destpêkirin. Mehmet Alî P. hat girtin û li 17’emîn dadgeha cezaya giran a Bakirkoyê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya li hember zarokê’ doz hat vekirin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevlî sêyemîn rûniştina dozê bû. Parêzera zaroka mexdur Ayşe Acinikli û Dîren Cevahîr Şen, jî di rûniştinê de amade bûn. Mehmet Alî P. ku parastina xwe kir, îdia kir ku îftereyê davêjin wî û mexdurê esas ew e.    Dîsa ji rewşa baş daxistina ceza   Piştî îfadeyan heyeta dadgehê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya li hember zarokê’ ya di xala TCK ya 103-1 de cih digire, biryara 16 sal ceza da. Heyeta dadgehê ji ber gumanbar sûc bi awayekî sîstematîk pêk aniye ceza zêde kir û derxist 20 salan. Lê heman heyetê rewşa baş a dadgehê li ber çavan girt û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.   Piştî zarokê 2 jinên din jî gilî kiribû   Zarokê piştî ku tiştên jiya ji malbata xwe re vegot şûnde ji bo piştgiriya derûnî bi rêk û pêk birin pedagok û hemû malbat ligel zarokê cih girt. Piştî doz li gumanbar hat vekirin şûnde ji malbatê 2 jinên din jî gilî kirin û diyar kirin ku ew jî ji aliyê heman kesî ve rastî tacîza zayendî hatine. Lêpirsîna li ser gilîkirina jinan jî hat destpêkirin jî li Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê didome.