Dadgehê gumanbar tahliye kir, Komîsyona Mafê Zarokan red kir 2019-05-15 09:23:10   WAN - Gumanbarê îstîsmarê S.B di rûniştina yekem de ji aliyê dadgehê ve hat tahliyekirin û daxwaza Baroya Mafê Zarokan a Baroya Wanê ya tevlîbûnê jî red kir. Parêzer Ekîn Yeter diyar kir ku tevî ku divê zarok di bin parastinê de be bi malbatê re tînin cem hev û got ew wê dosya dozê bişopînin, divê saziyên jinan û wezaret jî bişopînin.   Li Wanê piştî îfadeya zaroka 7 salî ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) hat girtin şûnde di 17’ê Çile de kalê wê S.B bi îdiaya îstîsmara zayendî hat girtin. Rûniştina S.B ya yekem di 9’ê Gulanê de li 6’emîn Dadgeha Cezay a Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê, tevî ku şahidan di rûniştinê de îstîsmar piştrast kir jî bi hinceta ‘delîl kêm in’ gumanbar S.B tahliye kir. Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê Ekîn Yeter da zanîn daxwaza wan a tevlîbûna dosyayê hatiye redkirin û got tevî zarok di bin parastina dewletê de ye jî bi malbatê re hevdîtinê didin pêkanîn.   Îstîsmar li ser îxbara xizman derket holê   Ekîn Yeter bi lêv kir ku bertek nîşanî berdana S.B da û got: “Li ser îxbara xizmên zarokan, îstîsmar derketiye holê. Îfadeyên zarokê yên ÇÎM’ê jî îstîmarê aşkera datîne holê. Îfadeyên zarokên ne îfadeyên ku xeyalê bûn. Piştî îfadeyan S.B hat binçavkirin û piştî îfadeyê bi şerta kontrola edlî hat berdan.   Ekînê got li ser îtîraza dozgeriyê S.B  hatiye girtin û got: “Piştî 4-5 meh girtinê şûnde doz hat vekirin û rûniştina yekem hat dîtin. Zaroka mexdûr ji îfadeyên xwe yên ewil cudatir, îfade da îstîsmar qebûl nekir. Dîsa dayika zarokê û gumanbar îstîsmar qebûl nekir, lê xal, xaltî û amojna zarokê îfadeyên xwe yên ku îstîsmar pêk hatiye dubare kir. Yekane saziya ku menfata zarokê diparast ya Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê, xwest tevlî dozê bibe lê ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.”   ‘Naxwazin deng derkevin’   Ekînê da zanîn ku dixwazin deng ji bo dengê zarokê bê dayîn û got: “ Divê dozger û heyeta dadgehê bizane ku komîsyonên bi vî rengî mafê mirovan diparêzin û kesên ji sûc zirar dîtine, xwedî lê derkeve. Tevî ku zarok di bin parastina dewletê de ye, bi malbatê re anîne cem hev. Tahliyekirina gumanbar jî ne li gorî hiqûqê ye. Em ê şopdarê dosyayê bin.”   Rûniştina duyem a dozê wê di 3’ê îlonê de bê dîtin.