‘Ne edeleta mêr, edeleta rast’ 2019-05-14 10:10:53   Dîlan Babat   ENQERE - Endama Tora Parastina Jinan Buse Uçer ji bo duyemîn runiştina Şule Çet a di 15’ê Gulanê de wê bê dîtin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku ew jin wê di 15’ê Gulanê de di doza Şuleyê de edeleta rast bixwazin.   Xwendekara zanîngehê Şule Çet di 20’ê Gulana 2018’an de ji aliyê Berk Akand û Çagatay Aksu ve rastî îstîsmara zayendî hat û ji 20’emîn katê plazayê hat avêtin û qetilkirin. Gumanbar Berk Akand û Çagatay Aksu piştî bûyerê hatin berdan û li ser berteka jinan dîsa hatin girtin. îdianameya ji gumanbaran re hat amadekirin ji aliyê 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin û di vê pêvajoyê de di raporên tipa edlî de gelek delîl hatin tunekirin.   Endama Tora Piştevaniya Jinan Buse Uçer, ji bo duyemîn runiştina Şuleyê ya di 15’ê Gulanê de wê pêk bê bang kir. Buseyê got Şûle ji bo mafê xwe bigire çûye lê ji aliyê patron ve rastî tecawizê hatiye û ji katê 20’an de hatiye avêtin û got: “Di runiştina 6’ê Sibatê de me aliyê serdest yê mêr yê darazê dît. Bi salane jinan di sînorê ‘jina makul de’ digirin. Dema em derkevin derveyê sînor jî me hedef digirin.”   ‘Edelet ne li alî jinan e’   Buseyê destnîşan kri ku jin li her qadê rastî şîdetê tên û wiha pê de çû: “Me gelek kujer, tecawizkarên ku gotin ‘em tahrîk’ bûne dît. Van tacîzkar û tecawizkaran cezayê kêm girtin. Nevîn Yildirim tê bîra min. Nevînê ji ber li dijî tecawizkarê xwe parastina cewherî pêk anî, cezayê muebetê girt. Em dibînin ku edelet ne li alî jinan e. Em jin di 15’ê Gulanê de ji bo Şuleyê wê edeletê bixwazin. Em hemû jinan di 15’ê Gulanê de vexwendiyê Edliyeya Eneqereyê dikin.”