‘Di bûyerê de qesta qisûr derbas dike heye’ 2019-05-13 09:13:53   MÊRDÎN - Li Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî dema manevra dikir li Suphiye Yakut ket û bi giranî birîndar kir. Der barê ajokarê wesayîta zirxî, polîs de rapora Emniyetê hat amadekirin û hat îdiakirin ku ‘qisûra talî’ heye. Doza ku du rûniştinê wê pêk hatin, parêzeran diyar kirin ku dema mirov li bûyerê dinêrin tê dîtin ku ‘qesta ku qisûr derbas dike’ heye û got divê raporek der barê qisûr de bê girtin.   Li Kerboran a Mêrdînê di 22’ê Nîsana 2018’an de wesayîta zirxî ya polîsan li jina bi navê Suphiye Yakut a 50 salî xist û bi giranî birîndar kir. Di bedena wê de gelek cih şikestin û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin. Malbata wê piştî bûyerê serlêdana sûc kir û di çarçoveya lêpirsînê de doza hat vekirin de mexdûr ewil wek muştekî û piştre tevlî qeydên UYAP bû.   Der barê bûyerê Emniyeta Kerboranê di rapora ku amade kir de îdia kir ku gumanbar Savaş Goktaş ‘Bi qisûra talî ye’.    Suphiyeyê di îfadeya xwe ya roja ewil de wiha gotibû: “Ez ji kolana ku otela apart lêbû ji mala Gazal Toprak diçûm mala xwe û ketim Kolana Ceylan. Dema ez dimeşiyam wesayît bi lez hat û li min xist. Piştre tiştek nayê bîra min. Ez gilî dikim.”   Parêzerê Suphiyeyê diyar kir ku dema mirov li bûyerê dinêrin tê dîtin ku ‘qesta ku qisûr derbas dike’ heye û got divê raporek der barê qisûr  de bê girtin.   Gumanbar Savaş Goktaş jî di çarçoveya dosyayê de îfade da 69’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Anadolu ya Stenbolê û diyar kir ku ji ber rewşa wesayîtê divê manevra bikira û îdia kir ku leza wesayîtê pir kêm bûye.   Her wiha berê jî li naçveyê du qeza hatibû jiyîn û di 9’ê Sibata 2017’an de Berfîn Dîlek a 7 salî di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da.   Di 2017’an de jî li Jina bi navê Fatma Nure Dursun ya 65-70 salî kest û di bedena wê de gelek şikestin çêbûn.