Ji kesên li Êlihê zincîra mirovan ava kirin 2 kes hatin girtin 2019-05-09 13:57:51   ÊLIH - Ji kesên li Êlihê zinîcra mirovan ava kirin, 1 jê zarok 2 kes bi hinceta rê li trafîkê girtine hatin girtin.    Li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 28'ê Nîsanê de "zincîra mirovan" hatibû avakirin. Piştî çalakiyê bi ser malên gelek çalakgeran de hat girtin û 8 HDP'yî hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin ji van kesan 6 kesên ku di 2'yê Gulanê de sewkî dadgehê hatin kirin û hatin girtin.    1 jê zarok 2 kes hatin girtin   Zarokê 15 salî W.K. û Muhamed Şerîf yê 18 salî ku di 7'ê Gulanê de hatin girtin jî bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kirine û rê li trafîkê girtine hatin g irtin.