49 baro li dijî biryara YSK’ê derketin: Di dîroka hiqûqê de deqa reş e 2019-05-08 14:41:39   NAVENDA NÛÇEYAN - 49 baroyan li dijî biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê ya YSK’ê daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku biryara YSK’ê di dîroka demokrasî û hiqûqê de deqa reş e.    Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) di 6'ê Gulanê de der barê hilbijartinên Stenbolê ku namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû bi ser ketibû de biryar da û hilbijartin betal kir. YSK'ê biryar da hilbijartin di 23’ê hezîranê de bê dubarekirin.    49 baroyên Tirkiyeyê li dijî biryara YSK’ê daxuyaniyek hevpar dan. Baroyan di daxuniya xwe de diyar kir ku YSK’ê bi betalkirina hilbijartinê re hemû pêkanînên xwe yê raboriyê bin pê kiriye û di hela baweriyê de rê li ber gumanên hilbijêran vekiriye. Baroya destnîşan kir ku dê biryara YSK’ê di dîroka demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê de weke leke cih bigire. Baroyan ragihand ku ew li dijî feraseta qebûlkirina bêhiqûqiyê parastina demokrasiye ku bingeha xwe ji adalet û hiqûqê digire daxuyanî didin û daxwaz kirin ku li gorî pêkanînên demokrasiyê hilbijartina Stenbolê bi dawî bibe.   Baroyên ku îmze avêtin bin daxuyaniya hevpar wiha ne: Baroya Edenê, Baroya Semsûrê, Baroya Aksarayê, Baroya Amasyayê,Baroya Enqerê, Baroya Antalyayê, Baroya Artvînê, Baroya Aydinê, Baroya Balikesîrê, Baroya Bartinê, Baroya Êlihê, Baroya Bîlecîkê, Baroya Bolûyê, Baroya Bûrdûrê, Baroya Bûrsayê, Baroya Çanakaleyê, Baroya Amedê, Baroya Denîzliyê, Baroya Duzceyê, Baroya Eskîşehîrê, Baroya Dîlokê, Baroya Gîresûnê, Baroya Hatayê, Baroya Ispastayê, Baroya Stenbolê, Baroya Îzmîrê, Baroya Kastamonûyê, Baroya Kirklarelî, Baroya Kocaeliyê, Baroya Meletiyê, Baroya Manîsayê, Baroya Mersînê, Baroya Mûglayê, Baroya Mûşê, Baroya Nîgdeyê, Baroya Ordûyê, Baroya Osmaniyeyê, Baroya Samsûnê, Baroya Sêrtê, Baroya Sînopê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Tekîrdagê, Baroya Tokatê, Baroya Trabzonê, Baroya Dersimê, Baroya Yalovayê, Baroya Zongûldakê, Baroya Wanê.