Danişîna Berkîn Elvan hat taloqkirin 2019-05-08 14:33:41   STENBOL - Danişîna Berkîn Elvan ku ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, hat taloqkirin.    Danişîna 12'an a Berkîn Elvan ku dema çalakiyê Parka Geziyê ji hêla polîsan ve hatibû kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 17'an hate dîtin. Li danişînê dayik û bavê Elvan Gulsum Elvan, Samî Elvan û gelek kes amade bûn. Weke danişînên berê dîsa polîsên ku biryar li ser wan hatibû dayin ku li wan were guhdarîkirin nehatin dadgehê. Dadgehê danişîn taloqî 19'ê Hezîranê kir.