Daneşîna doza Dûrket Suren hat kirin 2019-05-08 13:59:34   AMED - Danişîna doza rojnameger Durket Suren a bi hinceta rojnameyên derbarê wan de biryara berhevkariyê hebûne belav kiriye tê darizandin hat taloqkirin.    Danişîna doza rojnameger Durket Suren a derbarê wê de bi îdayên “Bi zanebûn û li ser daxwaza xwe alîkarî daye rêxistinê” û “Propaganga rêxistinê kiriye” hat vekriin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dûrket û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Dûrket tewanbariya li ser xwe qebûl nekir û xwest bê beraetkirin. Ji Parêzera Dûrket Suren, Pîrozhan Karalî got parvekirinên li ser medya civakî ne yên muwekîla  wê ne û Resûl Tamûr jî diyar kir ku rojnameyên belav kiriye ne qedexekirî bûne. Her du parêzeran jî xwestin miwekîla wan bê beraettkirin.    Heyeta dadgehê biryara bendamyîna ji bo lêkolîna rapora MASAK û dîjîtal da û danişîn taloqî 2’yê cotmehê kir.