Wezareta Tenduristiyê: Doktor hebûna jî encam nediguherî 2019-04-27 09:19:44   ŞIRNEX - Li Cizîrê di 2017’an de jina bi navê Feyruz Pulat piştî êşa wê ya ducaniyê dest pê kir şûnde rakirin nexweşxaneyê û ji ber doktorê welîdîna jinan tune bû bi pitika xwe re jiyana xwe ji dest da. Der barê mirina wê de tevî 2 sal derbas bûye jî hîna îdianameya wê nehatiye amadekirin. Wezareta tenduristiyê ku di çarçoveya dosyayê de parastin kir îdia kir ku doktor hebûna jî wê encam neguheriya.   Li Cizîr a Şirnexê di tebaxa 2017’an de jina bi navê Feyruz Pulat a 28 salî ku 8 mehî ducanî bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber Pisporê Welîdîna Jinan tune bû jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyer di çapemeniyê de hat dîtin şûnde lêpirsîn hat destpêkirin û jina divê demildest mudaxaleyê wê bihata kirin derket holê ku 2 saetan li bende doktor sekiniye. Tevî vê xeleka îhmalkariyê, 2 sale îdianame nehatiye amadekirin. Di dosya lêpirsînê de tu pêşketin tune ye û dosya ji bo tazmînatê birin Dadgeha Îdarî.   Wezareta Tenduristiyê jî di çarçoveya dosyayê de parastin kir û der barê bûyera hatiye jiyîn de wiha got: “Belê doktorê me wê rojê tune bû. Lê hebûya jî rewşa nexweşê krîtîk bû ji ber vê encam wê dîsa wisa bûya.”   Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derket holê ku rapora otopsiyê ya duyemîn bi mehane di navbera Saziya Tipa Edlî ya Şirnex û Stenbolê de diçe û tê. Dozgerê li dosyayê dinêre jî îfadeyên weke ‘doktor hebûna jî ev jin wê nehata xilaskirin.’   ‘Doktor hebûna jî encam wek xwe bû’   Wezareta Tenduristiyê ji bo heyeta ku hat xwestin parastina xwe bike, bi du xalên parastinê bersiv da.   Parastina ji du xalan pêk tê ya wezareta tenduristiyê wiha ye:   *Belê wê şevê li nexweşxaneyê doktorê me yê welîdînê tune bû.   *Her wiha hebûna jî rewşa nexweşê krîtîk bû, encam wê dîsa wisa ba.