Doza 5'ê Hezîranê: Daxwaza sewkê hat redkirin 2019-04-25 12:56:35   AMED - Di doza 5'ê Hezîranê de daxwaza sewka ji bo Dadgeha Cezayê Giran hat redkirin û biryar hat dayîn ku derbarê 5 kesên din de jî serlêdana sûc bê kirin.    Daneşîna Doza 5'ê Hezîranê ku derbarê êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di 5'ê Hezîrana sala 2015'an de li Amedê li Qada Îstasyonê li dar xist hat û di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn hat vekirin hat dîtin. Daneşîna 6'emîn a doza ku derbarê 14 endamên emniyetê yên "Peywira xwe îhmal kirin" de hat vekirin li 14'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê hat dîtin. Di daneşînê de parêzer amade bûn û bersûc tevli daneşînê nebûn.    Ji Lîsa Çalan daxwaza tevlibûna dadgehê   Parêzera Lîsa Çalan ku di encma teqînê de herdu piyên wê hatin jêkirin Dorşîn Demîr daxwaza miwekîla xwe ya dixwaze tevli daneşînê bibe pêşkêşî dadgehê kir.  Dorşîn diyar kir ku divê endamên emniyetê ne tenê ji ber "erka xwe xirab bi kar anîne" bê darizandin û got ku divê di heman demê de bersûc ji sûcê "Îhmalê" ku dikeve kategotiya kuştinê jî bên darizandin. Heyeta dadgehê ku piştî daxwazê biryara xwe ya navberê  aşkera kir daxwaza tevlibûna dozê ya Lîsa Çaln ku mexdûra êrîşê ye qebûl kir.    Derbarê 5 personelên emniyetê de serlêdana sûc!   Heyeta dadgehê diyar kir ku êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê li du cihan pêk hatie, teqemenî beriya mîtîngê hatiye veşartin, li baxçeyê lîseya bi navê Lîseya Îmamxetîbê ya Farabî lêkolîn û lêgerîn nehatiye kirin.  Heyetê diyar kir ku derbarê hin bersûcan de doza cemaweriyê hatiye vekirin, lê li heman qadê derbarê teqîneke din ku pêk hat a di qutiya  gelaşê de tu tişt nehatiye gotin û ji ber vê jî daxwaz kir ku derabrê 5 personelên emniyetê yên din de jî serlêdana sûc bê kirin.     Daxwaza parêzeran a bila doz sewkî Dadgeha Cezayê giran bê kirin, ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. Piştî biryara redkirinê daneşî taloqî meha tîrmehê kir.