Doza fîrariyên Komkujiya 10’ê Cotmehê tê dîtin 2019-04-18 11:40:46   ENQERE - Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgun beriya danişîna fîrarên doza Komkujiya 10’ê Cotmehê daxuyanî da û got: “Ev doz bêbersûc didome. Ancak ji bo em bigîhîjin rastiyê girîng e.”    DAÎŞ’ê li Gara Trênê ya Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de komkujî pêk anîbû û 103 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê komkujiyê de doz hatibû vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derbarê 19 bersûcên girtî de ceza dabû. Dadgehê dosyeya 16 bersûcên firarî jî veqetandibû. Danişîna duyemîn a doza bersûcên fîrarî dê li heman dadgehê îro bê dîtin.    Birîndar û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn Komeleya Aştî û Demorkasiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) ava kiribûn. Endam û rêveberên 10 Ekîm-Derê ji bo şopandina dozê hatin ber Dadgeha Enqereyê û daxuyanî dan. Seroka Komeleyê Mehtap Sakîncî Coşgun bi bîr xist ku doza derbarê bersûcên firarî de didome û got: “Heta ku hemû faîlên têkildarî komkujiyê neyên darizandin dê rastî neyê dîtin. Ev doz bêbersûc didome. Ancak ji bo em bigîhîjin rastiyê girîng e.”