Biryara beraetê ya doza Serêkaniyê hat erêkiirn 2019-04-16 13:33:18   RIHA - Dadgeha Îstînafê, biryara beraetê ya doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê li malê hatin kuştin û bû sedema destpêka şerê nû, erê kir.    Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê biryara beratê ya doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin erê kir. Li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li mala xwe haitbûn kuştin. Piştî vê bûyerê hikûmetê hincet nîşan da û pêvajoya "Çareserî û Aştiyê ya Demokratik" xera kir. Piştî bûyerê doz hatibû vekirin û der bare Hasan Aydin, Huseyin Aydın, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz hatibûn girtin. 9  kesên din jî serbest dihatin darizandin. Dozger der barê kesên girtî de cezayên muebeta giran dixwest. Dadgehê piştî darizandina demdirêj biryara beraetê dabû.    Piştî serlêdana îtirazê doz biribûn Dadgeha Îstînafê ya Herêma Dîlokê. 18'emîn Dadgeha Îdarî ya Herêma Dilokê piştî di 5'ê Nîsanê de biryar nirxandin, biryara dadgeha herêmî erê kirin û dubare biryara beraata gûmanbaran dan.