Di doza ‘gerandina govendê de’ dadgehan lihev nekir 2019-04-14 09:12:18   ŞIRNEX- Bi armanca piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guven parlamenterên herêmê ketibûn greva birçîbûnê ya sê rojan. Der barê 6 kesên ku çibûn serdana grevan û govend gerandibûn de bi sûcdariya ‘hestên etnîkî tehrîk kirin’ îdianame hat amadekirin. Îdianameya hat amadekirin ewil şandin Asliyeyê piştre şandin Dadgeha Cezay a Giran. Lê her du dadgehan jî di mijara sûc de li hev nekirin û dosya şandin dadgeha îstînafê.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 158’emîn de didome. Bi armanca piştgiriya Leylayê di Kanûna 2018’an de parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz ketin greva birçîbûnê ya 3 rojan. Der barê 5 jê jin 6 kesên çibûn serdana parlamenteran de doz hat vekirin. Îdianameya hat amadekirin ewil şandin Asliyeyê piştre şandin Dadgeha Cezay aGiran. Lê her du dadgehan jî di mijara sûc de lihev nekirin û dosya şandin dadgeha îstînafê.   Piştî grev bi dawî bûn, Şaxa Ewlehiya Midûriyeta Emniyeta Şirnexê li 6 kesî geriya û gazî îfadê kirin. 6 kesî ligel parêzeran îfade dan û der barê wan de bi sûcdariya ‘pêkanîna meş û civîna li dijî qanûnê’ li Dadgeha Cezaya Asliye ya Şirnexê îdianame hat amadekirin. Dadgeha Asliyeyê diyar kir ku darizandin aydê Dadgeha Cezaya Giran e û dosya şand Cezaya Giran. Dadgeha Cezaya Giran jî îdianameya ji wan re çûbû wek ‘dikare sûcê propangandaya rêdxistinê’ ava bike nirxand.  Dadgeha Cezaya Giran da zanîn ku sûc ne derbarê wan de ye û herdu dadggehan li hev nekir û dosya çû Dadgeha Îstînafê.   Kesên govend gerandibûn wihane: Resul Sadak, Emîn Ozek, Taybet Tatli, Zeynep Begenîr, Şadiya Bîlîr û Akîde Bulut.