Parêzer jî di bin çavdêriyê de ne: Li dijî Destûra Bingehîn û PMME’ê ye 2019-04-13 09:14:05   ÎZMÎR - Parêzer Nergîs Tugba Aslan diyar kir ku li hinek girtîgehên Egeyê hevdîtinên muvekîl û parêzeran dikin bin qeydan û got ev pêkanîn tê wateya binpêkirina mafê darizandina adîlane û her wiha got li dijî destûra Bingehîn û PMME’ê ye. Nergîsê bi lêv kir ku divê ne tenê parêzer, baro jî li dijî vê dengê xwe bilind bikin.   Li herêma Egeyê parêzerên çûn girtîgehên Kepsut, Denîzlî û Burhaniyeyê, di odeyên hevdîtinê de kamerayên hatine bicihkirin dîtin. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ya bi KHK’ê hat girtin, Parêzer Nergîs Tugba Aslan, da zanîn ku ev pêkanîn dijhiqûqî ye, ne tenê parêzer divê baro jî bikevin tevgerê.   Nesrînê bi lêv kir ku 59’emîn xala Qanûna Înfazê di pêvajoya OHAL’ê de bi KHK’ê hatiye serobinkirin û rayeya giştî dane dozgeriyan. Nesrînê destnîşan kir ku ev biryar di dema OHAL’ê de anîne li dij hiqûqê ye û wiha got: “Di esasê de bi karê îdarî biryarek wisa nikaribû bihata dayîn. Di karekî îdarî de di qanûnê de guherîn hat kirin. Em niha jî pêkanînên wê dibînin.”   ‘Xala 6’emîn a PMME, xala 36’an a Destûra Bingehîn hat binpêkirin’   Nergîsê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêkanînan ji bo parêzeran anîne, tê wateya binpêkirina mafê parastin, xala 36’emîn a Destûra Bingehîn, xala 6’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û wiha dawî lê anî: “Ger mafê mirovan ê sereke bê binpêkirin, ne pêkan e mirov behsa hiqûqê bikin. Ev binpêkirineke mafê mirovan e. Divê hemû baro û parêzvanên mafê mirovan protesto bikin. Divê li dijî vê bêdeng nemînin. Divê her kes dengê xwe bilind bike.”