Di doza Nisêbînê de ji 17 zarokan dosyeya 16 zarokan hat parvekirin 2019-04-05 14:19:29   MÊRDÎN - Daneşîna 8'emîn a doza 17 zarokên ku li Nisêbînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de piştî ji taxê hatibûn derxisitin hatibûn girtin hat dîtin. Divê daneşînê de dosyeya ji 17 zaroka ya 16’an hat parvekirin.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de di 26’ê gulana 2016’an de 17 jê zarok 75 kes ji taxê hatibûn derxistin. Di nav van kesan de 17 zarokên ku hatibûn derxistin hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin.  Danişîna 8’emîn a doza ku ev zarok jê tên darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.   Nehatin tevlî dozê nebûn    Di derbarê 17 zarokan de 76 caran cuda cuda cezayê “heta hetayê” tê xwestin de tevlî dozê nebûn. Malbatên zarokan û parêzerên zarokan di dozê de amade bûn. Ji ber temenê zarokan ji 18 salî biçûktir in ji çapemeniyê re girtî hat dîtin. Dadgeh, hemû daxwazên parêzeran red kir.   Biryara tefrîkê hat dayîn   Heyeta dadgehê piştî navberek kurt hat dayîn, sûcê ser zarokan hincet nîşan da û biryara berdewamiya girtina wê xwest. Heyeta dadgehê ji bo her zarokekî cuda cuda bi hejmarên nuh dosya vebike û doz cuda cuda ji nû ve bê dîtin.   Di darizandinek ya carek dinê de 16 dosyeyên cuda bê dîtin û dîrokên  danîşanên wan bê guherandin.   Tevlî dozê nebû   Her wiha îfadeya zarokê bi navê D.K. yê ku nehatibû girtin bang kirin tevlî dozê bibe. D.K.  ku tevlî dozê nebû  û ji ber îfadeya wî nehatiye girtin dosyeya wî ji dozê nehat veqetandin.