Piştî du salan lêpirsîn veguherandin dozê 2019-04-05 11:47:57   AMED - Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, xwişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan jî di nav de der barê 35 kesan bi boneya beşdarî pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a sala 2017’an bûne lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî du salan lêpirsîn veguherandin dozê.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan jî di nav de der barê 35 kesan bi boneya beşdarî pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan li gundê Amara Xelfetiyê bûne lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgerê vê lêpirsînê ewil biryara neşopandinê da û dozger piştî 20 rojan ji biryara xwe vegeriya û xwest doz bê vekirin û li ser vê daxwazê doz hat vekirin.     Koma ku rojbûnê pîroz kiribû heman rojî hatibûn binçavkirin û berdan. Dozgerê Komarê yê Rihayê Ozkan Gîrgîn lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn bi îdaya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanên meşê muxalefet kirine” hat birêvebirin. Ji ber çalakî ji aliyê leşker û polîsan ve nehatibû şopandin û delîlên têr nekir biryara neşopandinê ji bo lêpirsînê hatibû dayîn.  Dozger, axaftina Leyla Guven a di pîrozbahiyê de û posterên hatin bidestxistin wek sûc nedît û biryara neşopandinê da lêpirsînê. Heman dozger piştî 20 rojan yanî di 1’ê sibatê de ji biryara xwe vegeriya û xwest der barê Leyla Guven û kesên din de doz bên vekirin.    Dozger Gîrgîn bi îdaya “dê çalakiyên rêxistinê yên bi şîddet rewa bên nîşandan û bi pesindayînê propaganda rêxistinê kirine” bi daxwaza der barê kesên ketin ber lêpirsînê de ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê doz bê vekirin. Îdîaname hat amadekirin û pêşkêşî 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat kirin. Heyeta Dadgehê îdîaname qebûl kir.    Dadgehê xwest îfadeyên Leyla Guven li Dadgeha Amedê bê sitendin. Danişîn di 27’ê Adarê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber Guven di greva birçîbûnê de ye û nikaribû beşdarî dozê bibe, dadgehê der barê Guven de biryara “bi darê zorê anîn” da.    Danişîna Guven û xwişk û birayên Ocalan di 3’ê Nîsanê de li Dadgeha Rihayê hat dîtin. Parêzeran xwest dadgehkirin bê sekinandin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir.