DMME'yê serlêdanên ji bo Cizîr, Silopî û Sûrê red kirin 2019-04-04 14:46:55   STENBOL - Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME) 32 serlêdanên têkildarî qedexeya derketina derve ya li Cizîr, Silopî û Sûrê red kir.    Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpayê (DMME), 32 serlêdanên têkildarî qedexeya derketina derve yên navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê û navçeya Sûrê ya Amedê ku li dijî Tirkiyeyê kiribûn hat redkirin.    Li navçeya Cizîra Şirnexê di sala 2015 û 2016'an de 137 kes di qedexeya derketina derve û ketina navçeyan de jiyana xwe ji dest dabûn. 137 kes di jêrzemîna avahiyan de hatin qetilkirin. Komîsertiya Bilind a Mafan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bûyeran gotibû "Tabloyeke wekî kiyametê bû". Gelek kes ji ber ku nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji des dan. Di yekemîn jêrzimînê de 31, 2'yemîn jêrzemînê de 62 û di 3'yemîn jêrzemînê de jî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn de Hevsorekên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yuksel, rojnameger Rohat Aktaş, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê, endamên KJA'yê û gelek xwendevan hebûn. Der barê mijarê de Orhan Tunç û Omer Elçî serî li DMM'yê dabûn.     DMME'yê bi hinceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane daxwaz red kir.