Bersûcê êrîşa zayendî 20 sal ceza xwar 2019-04-01 14:55:35   ENQERE - Di doza derbarê zaroka ku ji hêla mêrê bi navê Tacettîn Yerlî ve bi êrîşa zayendî ve rû bi rû ma de  20 sal ceza li bersûc Tacettîn hat birîn.     Li Enqerê zarokek ji hêla mêrê bi navê Tacettîn Yerlî ve bi erîşa zayendî re rû bi rû ma. Piştî ku zarokê bûyer ji malbata xwe re vegot derket holê û Tacettîn Yerlî hat binçavkirin. Tacettîn piştî hat binçavkirin ji hêla Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve hat girtin.    Di danişîna dawiyê ya dozê de parêzer daxwaz kir ku bersûç Tacettîn cezayê herî zedê bigire. Tacettîn wekî gotinên hatî hînbûn xwe parast. Heyeta dadgehê li Tacetîn  20 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê got dibe ku ev kes sûcê dike dûbare bike û ji ber wê cezayê wî kêm nekir.