Ji Doza Nisêbînê Yasemîn Erkol tahliye bû 2019-03-27 16:54:54   MÊRDÎN - Ji doza Nisêbînê jina bi navê Yasemîn Erkol a ku dayika 7 zarokane girtîbû hat tahliyekirin.   Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve de 53 kesên ku hatibûn binçavkirin û girtin piştî ku biryara tefrîkê hat girtin doza wan a  hatibû destpêkirin berdewam dike. Li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di çarçoveya vê doza ku hatibû destpêkirin de  duh  daneşîna doza dayika 7 zarokan Yasemîn Erkol, Nurşan Demîr û Enes Taşkin  hatin dîtin. Girtî tevlî daneşînê nebûn.   Di daneşîna  ku hat kirin de parêzer amade bûn û dadgehê li ser parastina berê ya girtiyan biryara navberê da. Dadgehê ji ber 7 zarokên Yasemîn e û ji ber ku ji bajêr veneqetiyaye, "Qeneta wicdanî bi kar anî" û  biryara tahliyeya Yasemînê da.  Heman dadgeh  derbarê Nurşan û Enes de biryara berdewamiya girtina wan da.   Di daneşîna ku îro berdewam kir de, daneşînên doza Mehmet Tahîr Avci yê ku astengdar û bêkes e, Osman Bozkurt, Mehmet Faruk Engîn û Jiyan Ay cuda cuda hatin kirin. Mehmet Tahîr Avci bi alîkariya cendimeyan hat salonê. Navên dinê jî ji ber di greva birçîbûnê de ne bi daxwaznameyê dan zanîn ku tevlî dozê nabin.     Dadgehê tevlî Mehmet Tahîr cuda cuda biryara berdewamiya girtina wan da û dosya ji bo mutalayê şand serdozgeriyê.