Sara Kaya dîsa nehat berdan 2019-03-27 13:49:16   MÊRDÎN -11'emîn daneşîna doza Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kayaya ku bi cezayê heta hetayê tê darizan hat dîtin. Di daneşîn dozê ya berê de dosyaya Amîrê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ê delîlên sexte avakiribû ji aliyê dadgehê ve hatibû xwestin, lê li gel daxwaza dadgehê jî dosya nehat şandin.   Heşaredara Nisêbînê Sara Kaya di 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û piştî 14 rojan di bin çavan de ma  hat girtin. Sara ya ku hat girtin ji aliyê dozgeriyê ve derbarê wê de doz hat vekirin. 11’emin Danişina Doza Sarayê  li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdîne hat dîtin. Sara ya bi îdîaya “Yekitiya dewletê û hevparbûna wê xira kiriye" tê darizandin ji Girtîgeha Wanê ji bo tevlî dozê bibe anîn Girtîgeha Tîpa E’ya Mêrdînê. Sara ji dadgehê re sedema ku çima tevli dozê nabe ragihand û tevli dozê nebû, lê parêzerê Sarayê li salonê amade bû.  Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, Hevserokên DBP’ê yên Mêrdînê Leyla Bozkurt û Şehmus Sun jî doz şopandin.   Dosyaya amîrê TEM’ê ku delîlên sextê amae kiribûn nehat   Di rûniştina doza berê ya ku hat dîtin de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dosyeya lêpirsîna ku di derbarê Amîrê Şaxa TEM’ê ya Nisêbînê Unal Uyar de hatibû vekirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû xwestin  neşandin. Serdozgeriyê bi hinceta ku lêpirsîna derbarê Una Uyar de neqediyaye dosya neşand.   'Dadger daxwaza cezayê heta hetayê dubare kir'    Dadger di mutalayê de daxwza cezayê het hetayê dubare kir. Serdozgeriyê sûcê ku ser Sara kaya hatiye avêtin de bi hinceta “Dibe ku bireve û şertê kontorla edlî” têrê nake biriyara berdewamiya dozê xwest.   ‘Piştî miriye 4 mehan şûnde name nivîsiye!’   Piştre parêzer Mehmet Emîn Kaya dest bi parastinê kir. Mehmet Emîn wiha got: “Dema derketina kolanan a qedexe de muwekîla min wê demê girtî bû. Piştî ku tahliye bû dîsa bûyeran berdewam kir û muwekîla min hat girtin. Eleqeya muwekîla min û bûyerên ku qewimîn bêelaqe ne. Nameyek hatiye dîtin . Nameya ku ji aliyê kes an jî kesa seyemîn ve hatiye amadekirin me eleqeder  nake. Dîroka nameyê û ya mirina kesê ku jiyana xwe ji dest daye hev nagire. . Li gorî dîroka nameyê kesê ku name nivîsiye pitî miriye ev name nivîsiye.  Dîroka nameyê nîşan dide ku kesê miriye piştî miriye name nivîsandiye.”   ‘Delîlên sexte hatin avakirin’   Piştre parêzer Kamuran Tarhan parastinê kir. Kamuran,  da zanîn ku Amîrê Şaxa TEM’ê  ya Nisêbînê Unal Uyar delîlên sexte ava kiriye. Kamuran, di domandina axaftina xwe de ev tişt got: “Kesek nikare 253 kesî teşhis bike.      Sara Nehat tahliye kirin   Piştî demeke kurt dadgehê biryar girtî darizandina sarayê da û doz  taloqî  19’ê Hezîranê kir.