Doza Medya Çinar dê bê dîtin 2019-03-27 13:25:04   MÊRDÎN - Medya Çinar a ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû, sibê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê rûniştina doza wê dê bê dîtin.   Medya Çinar a ku di sala 1995’an de li navçeya Qoser a Mêrdînê hatiye dinyayê di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku dima li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû.   Medya di salên 2015 û 2016'an de dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbînê de hatibû girtin. Sibê rûniştina doza Medya Çınar li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dê bê dîtin.