Eren Keskîn: Dewlet bi kîjan kuştina ji aliyê serxweşekî re ewqas eleqedar bûye 2019-03-24 10:33:46   STENBOL- Li Sakaryayê Kadrî Sakçi ji ber gotibû ‘Belê ez Kurd im’ hatibû qetilkirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê doza Kadrî Sakçi de axivî û diyar kir ku dozgeriya Sakaryayê gotiye ev kuştin ji aliyê serxweşekî ve pêk hatiye, ez dibêjim ku dewlet bi kîjan kuştina ji aliyê serxweşkî ve hatiye kirin re  evqas eleqeder dibe.    Li navçeya Hendek a Sakaryayê di 16’ê Kanûna 2018’nan de Kadrî Sakçi (43) û kurê wî ji ber gotibûn em Kurdin hatibû qetilkirin û kurê wî Burhan Sakçi jî birîndar bibû. Runiştina yekem a dozê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê hat dîtin. Di runiştina yekem de gumanbar Hîkmet Usta got; “Ji baroyê parêzer got bêje ‘Kadrî gotiye ‘ez kurd im ji tirkan hez nakim’. Got wisa bêje tuyê ceza negirî.”    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan û parêzera dozê Eren Keskîn doz nirxand û diyar kir ku ji roja bûyer hatiye jiyîn şûnde wek Komîsyona li Dijî Newekhevî û Nîjadperestiyê ya ÎHD’ê çûne serdana malbatê û got beriya biçin dozgeriya Sakaryayê hewl daye bûyerê manîpule bike û gotiye ev kuştineke bi destê serxweşekî ye.  Erenê wiha got: “Me dît ku ji yekîneyên dewletê ji bo malbatê serdan çêbûne. Ji me re trajîkomîk hat. Me got ‘gelo dewlet bi kîjan doza kuştina ji aliyê  serxoşekî ve hatiye kirin re evqas eleqeder bûye.  Hema biryara veşartinê danîn ser dosyayê.  Me di serî de dizanibû ku ev ne kuştinek a bi riya serxweşiyê ye ev kuştin bi hişmendiya nîjadperestiyê hatiye kirin.  Em çûn cem malbatê. Malbatê xwe vedikişand.  Zarokê birîndar bibû jî tiştek nedigot. Di bin zextan de bûn. Nizanîbûn çawa biaxivin.  Me jî got em dikarin parêzeriya we bikin.”   ‘Malbatê cihê xwe terk kir’   Erenê di berdewamiyê de da zanîn ku di esasê de ev doz bi awayekî aşkera nîşan dide ku nîjadperestî çiqas bi xetere û got: “Gumanbarekî ku talîmata ‘tuyê bêjî tiştek nayê bîra min’ girtiye heye.  Carna xwe şaş dike, hinek tişt tê bîra wî.  Lê bi giştî tu car der barê bûyerê de tiştek negot.”   Erenê her wiha da zanîn ku piştî bûyerê malbata mexdur bûye bajarê Sakaryayê terk kiriye û got: “Gelo malbat ji ber çi evqas tirsiya û ket fikaran ku ev der terk kir.  Veşartina bûyerê polîtîka dewletê ye.  Dewlet ji hinekan re dibêje ‘tu dikarî êrîş bikî’ û ji bo hinekên din jî tirsê diafirîne.  Mînak malbata Sakçi demek dirêj neaxivî. Cara yekem bi îfadeyên zarokên mexdur axivîn. Yanî em behsa nîjadperestiyek ji rêzê tê dîtin dikin. Ev ji bo hemû cîvakê di esasê de xetereyek mezin e.”