Rojname rê li ber ‘agahîgirtina bi şîfre’ vedike! 2019-03-24 10:18:06   STENBOL- Ji bo girtiyên li girtîgeha Jinan a Gebezeyê dimînin bi hinceta ‘ çalakgerên di greva birçîbûnê de motîve û dîsîplîne’ dike, Rojnameya Yenî Yaşam nayê dayîn û li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê jî bi hinceta ‘Di navbera saziyên înfaza ceza de rê li ber agahîgirtina bi şîfre vedike’  rojname dîsa nehat dayîn.   Di hefteyên borî de ji bo girtiyên li girtîgeha Jinan a Gebezeyê dimînin bi hinceta ‘ çalakgerên di greva birçîbûnê de motîve û dîsîplîne’ dike, Rojnameya Yenî Yaşam nehatibû dayîn. Piştî vê biryarê rojnameya Yenî Yaşam nedan gelek girtîgehan.  Vê carê jî giştînameya ku wezareta Dadê şandiye îdareyên girtîgehan wekî hincet hat nîşandan. Piştî van hincetan vê carê Rojnama Yenî Yaşam nedan girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.    Wezareta Dadê hinceta nedayîna rojnameyê ya Girtîgeha Bakirkoyê jî wiha vegot ‘Di navbera saziyên înfaza ceza de rê li ber agahîgirtina bi şîfre vedike’.