B. ya 11 salî teşîr kir, ji malbatê du jinên din jî gilî kirin 2019-03-15 09:04:45   Safiye Alagaş   STENBOL- B. ya 11 salî ku bi zarokan re dilîst got ‘sirek min heye lê ez nabêjim’ û derket holê ku zarok ji aliyê xizmê xwe Mehmet Alî P. ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatiye. Ji malbatên du jinên din ku ji B. cesaret girtin, diyar kirin ku ew jî rastî tacîzê hatine û gilî kirin.   Li Stenbolê B. ya 11 salî ji aliyê xizmê xwe Mehmet Alî P (51) ve du salan rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatibû. B. ku havîna 2018’an de bi malbatê re çû gund û dema bi hevalên xwe re dilîst, got ‘sirek min heye lê ez nabêjim’. Li ser israra hevalên wê îstîsmar derket holê.   Doz hat vekirin   Li ser gilîkirina Mehmet Alî P hat girtin û Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmece ya Stenbolê îdianame amade kir û şand 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê. Dadgehê îdianame qebûl kir û ji sûcê îstîsmara zayandî ya li hember zarokê doz hat vkeirin.   Runiştina ewil di 26’ê Sibatê de hat dîtin. Gumanbar hemû sûcdarî red kir. Bavê zarokê O.S. diyar kir ku keça wî li gund dema bi hevalên xwe re dilîze bûyerê vedibêje û piştre ji wan re dibêje û got malbata gumanbar hewl daye bûyerê veşêre. Zarok li gel pedagog di runiştinê de îfade da û got Mehmet Alî P. tehdîda ‘ji bavê xwe re nebêje, tu bêjî wê li min bixe, wê bikeve girtîtehê’ kiriye. Pedagog jî diyar kir ku divê îfadeyên zarokên esas bên girtin.   ‘Cesaretek mezin nîşan da’   Meta B, Z.S. jî der barê gumanbar de wiha got: “Mehmet Alî P. ji birazya min re gotiye ‘tu jîrî, bêdengî ji kesî re nebêje. Tu bibî 15-16 salî ez ê bi te bizewicim’ û bi vî awayî her tim tirsandiye. Çawa me bûyer bihist, me ji hemû xizmên xwe re got. Me serî li dadgehê da. Vegotinên zarokê hemû rastin. Jİ ber vî kesî, jinên din jî tacîz kiriye. Lê wan bi qasî zarokên cesaret nîşan nedaye. Piştî zarokê wan jî gilî kir. Em dixwazin ku ev kes cezayê herî giran bigire.”   Z.S. diyar kir ku zarok 6 meh e piştgiriya psîkolojîk dibîne û wiha pê de çû: “Em wek malbatê ligel keça xwe ne. Em di alî civakî de jî hewl didin mirovan bikin xwedî hişmend. Zarokek girtî bû. Piştî tiştên jiyabû vegot rehet bû. Derbarê taybetiyên jinan de pirsan dipirse. Bedena xwe nas kir. Cesaret hîn kir. Bi kesên derdora xwe bawerî fêr kir. Bêguman 6 mehe diçe pedagog, fêdaya wê pir heye. Ew b ime bawer bû em bi wê. Ez vê dibêjim. Bi zarokên xwe bawer bikin. Zarokên xwe guhdar bikin. Cihên wan yên taybet nîşanê wan bidin. Bila bizanin ew beden aydê wan e. Divê em bibin dengê zarokên xwe.” Parêzera mexdurê, Ayşe Aciniklî diyar kir ku piştî bûyerê du jinên din yên ji malbatê jî gilî kirine ku ji aliyê heman kesî ve rasî tacîza zayendî hatine.