Li korîdorên edliyeyê têkoşîna edaletê 2019-03-14 09:14:49   Hîkmet Tunç   WAN - Di dozên ku kujerên jinan hewl didin bi hincetên cuda daxistina ‘rewşa baş’ bigirin, bi salan şûnde bi encam dibin. Gumanbar bi kravat, şal û çakêt tên rûniştinan. Malbatên zarokên wan hatine qetilkirin jî di korîdorên edliyeyê de têkoşîna edaletê didin.   Di rojên borî de dozên Gulten Aşkan û Sîbel Yilmaz ên ji aliyê hevjînên wan ve hatibûn qetilkirin hatin dîtin. Dozên wan li pey hev hatin dîtin. Di rûniştinê de mêrên gumanbar bi kravat hatin rûniştinê û parastinên wan yên ‘ez poşman im, tez tehrîk bûm, ez dixapandim, min jê hez dikir’ bal kişandin.   2 sal şûnde cezayê muebetê   Kujerên Gulten Aşkan, Azîzhan Bor, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê dihat darizandin û piştî 2 salan şûnde biryar hat dayîn. Gulten li taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê di 28’ê Sibata 2017’an de hatibû kêrkirin. Doz her tim bi hincetên cuda hat taloqkirin û malbata Gultenê li korîdorên edliyeyê bang dikirin û digotin‘em edeletê dixwazin’.    ‘Em ji ber biryarê kêfxweş in’   Dayik û xizmên Gultenê piştî biryarê wiha got: “Bedena Gultenê li parqekê anîbûn rewşeke ku nayê nasîn. Hêviya me ev e ku ew jî li girtîgehê birize. Em ji ber biryarê kêfxweş in.”   Hewl da ceza dakeve   Di heman hefteyê de 11’emîn rûniştina Cahît Çobandede yê di 31’ê Gulana 2016’an de li gundê Şahmaniz a Elbaq a Wanê Sîbel Yilmaz qetil kir hat dîtin. Cahît bi şal, çakêt û kravat tevlî rûniştinê bû û her wiha îşkenceya sîstematîk qebûl nekir, îdia kir ku ‘wî ji hevjîna xwe hez dikir’.   Dayika Sîbelê Zozan û xwişka wê Seher, di her rûniştinê de bi wêneyê Sîbelê hatin. Ji doza Sîbelê hîna biryar dernekitiye û malbat diyar dike ku dereng be jî wê edalet pêk bê.   Ji dayika Eylem Pesen piştevanî   Eylem Pesen a diçû pola duyem a lîseyê ji aliyê malbata wê ve bi Kerem Çakan yê 12 salan jê mezintir bû hat zewicandind û 7 meh şûnde di 17’ê Gulana 2009’an de hat qetilkirin. Kerem piştî darizandina 5 salan şûnde rastî cezayê muebetê hatibû. Dayika Eylemê, Herdem Pesen bi armanca piştevaniya malbata Sîbelê tevlî rûniştinê bû û got: “Ez îro tevlî rûniştina Sîbelê ne, ya Eylemê bûm. Seranserê rûniştinê min rondik barand. Keça min hîna biçûk bû. Dadgehê 5 salan ceza neda kujer. Dereng be jî cezayê muebetê danê. Divê jin piştgiriyê bidin hev.”