DDB’ê îşkenceya li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê piştrast kir 2019-03-14 09:08:08   Dîlan Babat   ENQERE - Li Girtîgeha Zarokan a Sîncan ya Enqereyê di 2014’an de zarokên rastî îşkenceya gardiyanan hatibû li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekirin û doz piştî 5 salan şûnde bi encam bû. DDB’ê îdiayên zarokan ên îşkenceyê li ber çavan girt û ji bo her zarokê biryar da ku 10 hezar TL tazmînat bê dayîn.   Li Girtîgeha Zarokan a Sîncan a Enqereyê di 1’ê Çileyê 2014’an de ji ber aloziya ku hatibû jiyîn şûnde gardiyanan îşkece li zarokan kiribû û zarokên rastî îşkenceyê hatin şexsî serî li DDB’ê dan û 5 sal şûnde biryar hat dayîn.    Li koguşekê zarokek nexweş bû û ji ber vê li ser piyan jimartin qebûl nekir û piştî vê gardiyan û îdareya girtîgehê mudaxaleyê zarokan kir, di bûyerê de 7 zarok ji aliyê 10 gardiyanan ve hatin birîndarkirin. Li ser gilîkirina zarokan der barê gardiyanan de lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo lêpirsînê ‘hewce bi kontrolkirinê tune’ hatibû dayîn.   Dozgeriyê got ‘hêza bi kontrol’ hatiye bikaranîn   Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê beriya serlêdana zarokan, der barê hemû zarokên girtî de li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. Dozgeriyê diyar kir ku memurên parastina înfazê ‘hêza bi kontrol’ bi kar anîne û pêşî li serhildanê girtine, gotin der barê heqeret û tehdîdan de tu tiştekî şênber tune ye. Li ser vê zarokên girtî şexsî serî li DDB’ê dan.   Ji bo 8 zarokî biryara dayîna tazmînatê hat dayîn   DDB’ê di biryara ku di 2’ê Adarê de daye, ji bo 8 zarokî cuda cuda 10 hezar TL tazmînat wê bê dayîn. Doza gardiyanan gilî kiribû jî li Dadgeha Zarokan a Bati ya Enqereyê hîna didome.    ‘Îşkenceya li hember zarokan bi çav dihat tespîtkirin’   Ji parêzerên dozê Hurmuz Bîçer der barê pêvajoya dadgehê û biryara DDB’ê de nirxandin kir. Hurmuz diyar kir ku bûyera li girtîgehê pêk hatibû ji malbatên ku çûne serdanê hîn bûne û got: “Di 10’ê Çileyê 2014’an de serî li Dozgeriya Komarê ya Sîncanê hat dayîn. Roja piştî bûyerê di hevdîtinên bi zarokan re hatine kirin de şopa îşkenceyê li ser zarokan dihat dîtin. Em îşkenceya li hember zarokan wek ‘binpêkirina qedexeya îşkenceyê’ dinirxînin. Piştî vê bûyerê dîsa li heman girtîgehê di Çileyê 2016 û Çileyê 2019’an de jî mudaxaleyên giran ên li hember zarokan hatin bihîstin. Der barê van mudaxaleyan de di çapemeniyê de jî nûçeyan cih girt.   ‘Îfadeyên zarokan nehat guhdarkirin’   Hurmuzê got îdiaya şîdeta li hemberî zarokan bi awayekî baş nehatiye lêkolînkirin û di lêpirsîna ku zarokan gilî kiribû de jî bi lez û bez biryara ‘hewce bi lêkolînê tune ye’ hat dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî biryara neşopandinê Dadgeriya Cezaya Sulh jî îtîraz red kir. Li ser vê di îlona 2014’an de me serî li DDB’ê da. DBB’ê di biryara xwe de diyar kir ku lêpirsîna sûc a zarokan bi awayekî baş nehatiye meşandin, îdiayên îşkenceyê yên zarokan nehatiye guhdarkirin. Di encama serlêdanê de DDB’ê biryar da ku qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. Li gorî biryara DDB’ê divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin û dosya ji nû ve vebe.”