Şahidên tune û dayika 4 zarokan a 3 mehe girtiye 2019-02-25 09:03:14   Şehrîban Aslan   AMED - Li Amedê jina bi navê Yildiz Elma a 55 salî di nava dehan kesên ji ber îfadeyên şahidên veşarî ‘venus’, ku derket holê şahidê wisa tune ye, hatibû girtin. Mîhrîcan Yanit a di îdianameyê de îfadeyên wê wek delîl hatin nîşandan nehat dîtin û şahid Îhsan Koçeroglu jî di îfadeya berê dabû de gotibû Yildiz Elma nas nake. Yildiz a dayika 4 zarokan e 3 meh in girtî ye.   Di rojên borî de derketibû holê ku şahidê veşarî yê bi navê ‘Venus’ di esasê de tune ye û yek ji kesên ji ber îfadeyên vê kesê hatine girtin jî Yildiz Elmas e. Di girteka ku Emniyetê şand 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran de hat gotin ku şahidê bi navê ‘venus’ tune ye.   Li gundên herêma Licê, Hênê û Pîranê ya Amedê di Mijdara 2018’an de li ser îfadeyan operasyon pêk hat û piranî jê di navbera 50-80’ê salî de bûn hatin girtin û derket holê ku kesên ji ber îfadeyên şahidê veşarî ‘venus’ hatine girtin, di esasê de kesek wisa tune ye.    Di nivîsandina fermî ya emniyetê de hat gotin ku ‘venus’ kesek xeyalî ye û ji ber îfadeyên venus ên di îdianameyê de cih girtine Yildiz Elma ya 55 salî heye.   Yildiz ji aliyê 4’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Amedê ve bi îdiaya ‘endama rêxistina çekdar e’ hat girtin û 3 meh e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye. Rûniştina Yildizê di rojên borî de hat dîtin û ji bilî îfadeyên şahidan wêdetir delîlek şênber nayê dîtin.   Di telefonên Yildizê yên hatine guhdarkirin de jî, di hevdîtinek telefonê de Yildiz der barê kurê xwe yê di bin çavan de îfadeyê, li polîs geriyame û rakirine nexweşxaneyê cih digire. Yildiz di telefonê de diyar dike ku ji ber polîsan îşkence li kurê wê kirine, kurê wê rakirine nexweşxaneyê. Her wiha Yildiz di axaftina xwe de dibêje çûye cem parêzer û polîs gilî kiriye.   ‘Bila şahid derkevin pêşberî min’   Yildizê sûcê lê hatiye kirin qebûl nekir û got xwendin û nivîsandina wê tune ye, nizane rêxistin jî çiye û got: “Endamên rêxistinê nehatine mala min. Ev buxtan e. Ez Mîhrîban Yanit û Îhsan Koçeroglu nas nakim. Ferhat Elma kurê min e. Kurê min Furkan sala borî hat girtin 9 mehan girtî ma û piştre hat berdan.   Mîhrîban nayê dîtin!   Mîhrîban Yanit a bi nasnav ‘Avent Jiyan Dunya Dersîm’ ku di asta lêpirsînê de îfade dabû, di rûniştina ewil de hat gotin ku ‘dibe nasname guhertibe, ji bo îfade li ku hatiye girtin agahiya wê girtin ji Midûriyeta Şaxa Parastina Şahid a Enqereyê’ re nivîs hatiye nivîsîn lê bersiv tune ye. Ev jî derdixe holê ku Mîhrîban jî wek Venus tune ye. Îhsan Koçeroglu yê bi nasnavê ‘Serdem’ jî bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû di dema asta lêpirsînê de got malbatê endamên rêxistinê dîtine û lê li dadgehê got malbat nedîtiye, tenê bihistiye ku malbatê alîkarî daye. Parêzerê Yildizê, Ozkan Avci jî got ew van îfadeyan qebûl nakin û got derketiye holê ku şahidê veşarî Venus di dosya 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de ne şahidê veşarî ye û divê muvekîla wê bê berdan. Merciya îdiayê jî daxwaza tahliyeya Yildizê kir. Heyeta dadgehê rûniştin taloqî meha nîsanê kir.