Nezelalbûna dadgehê ya der barê Berjîn Demîrkaya 2019-02-24 09:04:09   ŞIRNEX - Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de di pevçûnên hatin jiyîn de bi sedan kes di jêrzemînên avahiyan de hatin qetilkirin û di ser mirina wan re 3 sal derbas bûn. Berjîn Demîrkaya ku ew jî di bodruman de hat qetilkirin û tenê ji bedena wê parçyek ma, ev salek e li bendê ye ku dosyaya wê bê dîtin.    Li Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de ‘Qedexeya Derketina Derve’ hat îlankirin û di 2’ê Adara 2016’an de beşek qedexeyê hat rakirin. Li taxên Cudî û Sûrê, li kolanên Bostanci, Narîn û Akdenîzê di kavilên sê jêrzemînên avahiyan de 23 jê zarok 117 kes bi çekên giran hatin qetilkirin. Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hat girtin, Berjîn Demîrkaya jî di jêrzemîna kolana Bostanci de hatibû şewitandin û qetilkirin.   6 parçeyên cenazeyê aydê 4 kesan hatin dexistin   Xwişka Berjînê diyar kiribû ku ‘ew mor bi morg li bedena şewitandî geriyane’ û her wiha di Kanûna 2017’an de derbarê dosyayê de biryara neşopandinê hat dayîn. Endamtiya wê ya KJA’yê jî di biryarê de wek ‘endamtiya rêxistinê’ hat vegotin û parêzeran ji bo vê îtîraz kiribû. Di 12’ê Sibata 2016’an de li jêrzemîna avahiya li Kolana Hejmar 23 a (C-3095) Bostanci ya taxa Cudî de ji cenazeyên 17 kesên hatibûn şewitandin 6 parçe kiribûn yek çewalekî. Piştî birin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê, 6 parçeyên bedenê ji bo otopsiyê şandin Dîlokê û derket holê ku parçe aydê 4 kesî ne.   Sê jinên 3 mehan ligel hev man, dema defin kirin ji hev veqetandin   Xwişka Berjînê wê demê di roportaja dabû de wiha gotibû: “Hevala xwe Sakîne hembêz kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê me cenazeyê wan ji hev nas nekir.” Di çewalê ku cenazeyê Berjînê derket de, cenazeyê Gulîstan Eylem Ustun, Sakîne Şîray û cenazeyekî em nizanin aydê kê ye hebû.Cenazeyên roja hatin derxistin ji bo otopsiyê şandin Dîlokê û otopsiya wan hat kirin heman rojê ji bo midûriyeta goristanê daxwaznama ‘di 15 rojan de neyên tespîtkirin defin bikin’ nivîsîn. 13 roj şûnde cenaze hatin teşîskirin û teslîmî malbatan kirin. Li gorî welatiyan her sê jin li heman cihî jiyana xwe ji dest dane û di definkirinê de ji hev hatine veqetandin.    Ji bo dosyaya du jinan biryara neşopandinê hat dayîn. Dosya xebatkara NÇM’ê Gulîstan Eylem Ustun şandin Dadgeha Destura Bingehîn û ji bo dosyaya Berjînê jî sala borî meha Adarê biryara bêşopandinê hat dayîn. Îtîraza hat kirin jî hîna bersiva wê nehatiye dayîn. Hinceta ji bo biryara neşopadinê hatiye dayîn jî, li cihên cucda der barê Berjînê de 5 lêpirsîn hatine vekirin û endama KJA’yê ye.