Parêzer Tuba Torun:Peymana Stenbolê bi israr tê binpêkirin 2019-02-23 09:23:35   Safiye Alagaş   STENBOL - Parêzer Tuba Torun diyar kir ku sûcê îstîsmara zayendî bi zewacê rewakirin teqez nayê qebûlkirin û wiha got: “Niha ji bo parastina saziya malbatê, hinek hewldan tên kirin. Tevî rapora GREVIO û Peymana Stenbolê ya ku zewaca zarokan qedexe dike jî bi israr binpêkirin didome.”   Bertekên jinan li hemberî pêşnûmeya ku wek ‘efûya zewacê’ hat rojevê û di sûcên îstîsmara zayendî de di rewşa mexdur bi gumanbar re bê zewicandin wê ceza bê taloqkirin, didome. Pêşnûme di 2016’an de bi destê meclîsê hatibû rojevê û li ser bertekên gel hatibû vekişandin. Lê beriya hilbijartinên 31’ê Adarê pêşnûme ji aliyê AKP’ê ve dîsa hat rojevê.   Parêzer Tuba Torun diyar kir ku hatina pêşnûmeyeke bi vî rengî ya rojevê li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye û wiha got: “Sûcê îstîsmarê ku yek ji sûcên herî giran teşkîl dike, bi zewacê rewakirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ger ev sûc di Qanûna Cezaya Tirk de cih bigire divê sûcdar bê cezakirin. Di vir de bi zewacê serê sûc girtin, sûc beralîkirin, heye. Teqez wisa nabe. Ev hinek encamên bi guman derdixe holê.”   ‘Wê fikra bêcezabûnê derxe holê’   Tubayê diyar kir ku ev pêşnûme wê fikra bêcezabûnê jî derxe holê û mirov wê bêjin ‘ez kîjan sûcî bikim wê bê efûkirin, wê ceza bê daxisin, wê ceza neyê dayîn’ û ji ber vê sedemê jî wê sûcên li hember jin, zarok û gelek aliyên din zêde bibin.   Tubayê her wiha destnîşan kir ku pêşîgirtina tijebûna girtîgehan bi ‘efûya zewacê’ an jî ‘bi efûya giştî’ nikare pêk bê û got: “Dema qanûn bêyî kêmasî pêk bên wê girtîgeh evqas tije nebin. Wê kes bizanibin ku dema sûc bikin wê ceza bikşînin, ji ber vê wê sûc jî kêm bibin. Wê girtîgeh jî vala bin. Dikarin bêjin Efûya zewacê ji bo carekê ye. Lê sibê çend caran pêk bê em nizanin. Li şûna efûyan divê şert û merc bên başkirin. Her wiha Peymana Stenbolê zewaca zarokan qedexe dike. Grevîo jî der barê Tirkiyeyê de raporek da. Tevî raporê jî Peymana Stenbolê tê ferz kirin.”