Doza Hulya Elîşêr a ku bi tundiyê re rûbirû ma hat taloqkirin 2019-02-22 13:29:10   RIHA - Daneşîna 2'emîn doza ku Hulya Alîşer a li Sêwrekê li Nazim Alîşer ê ku tundî lê kiribû, ji bo xwe jê berde vekiribû taloqî 4'ê Nîsanê hat kirin. Parêzerên ku piştî daneşînê daxuyanî dan gotin; "Di bedêla ku hêzê bidin jinên mîna Hulyayê em wan makamên ku wê hêzê têk dibin şermezar dikin."     Hulya Alîler a ku li Sêwerkê dijî ji bo xwe ji Nazim Elîşêr ê ku tundî lê dikir berde doz vekiribû. Hulya ya ku li Sêwerkê parêserên wê biparêzin nedît bi parêzerên li Enqereyê re ket têkiliyê  û bi parêzera Baroya Enqereyê Suna Otaşdonderen re doz vekir. Doza ku daneşîna wê ya ewil li Dadgeha Eslî ya Sêwerekê hat dîtin ji aliyê gelek parêzerên komîsyonên jinan ên baroyên ji bajarên cuda, saziyên mafên jinan diparêzin  û Platforma Rojnamegerên jin a Mezepotamyayê ve hat şopandin. Daneşîn bi guhdarkirin Hulya û Nazim Alîşer hat destpêkirin.     'Zarokên min hatin revandin'   Hulya ya ku dayika 4 zarokan e, diyar kir ku dema wê zaroka xwe ya 4'emîn li nexweşxanê welidandiye tenê bûye û ji ber ku bi tundiyê re rûbirû maye dixwaze xwe ji Nazim Elîşer berde. Hulya diyar kir ku 4 zarokên wê jî ji aliyê Nazim Elîşêr û Malata wî ve hatine revandin û ji bo demekê bi alîkariya parêzeran welayeta wan girtiye.  Nazim Alîşer jî diyar kir ku raporên derpkirinê yên ku Hulya dane dadgehê sexte ne û bi vî awayî xwest ku sûcê xwe înkar bike.    Daneşîn hat taloqkirin   Tevahiya parêzeran xwestin ku hevberdan pêk bê û welayeta 4 zarokan jî bidin dayika wan.    Heyeta Dadgehê daneşîn ji bo ku zarokên karin xwe îfade bikin îdadeyê bidin û şahid bên guhdarî kirin doz taloqî 4'ê nîsanê kir.    Em ê Hulya ji kê biparêzin?    Piştî daneşînê parêzeran daxuyanî dan û wiha gotin; "Di bedêla ku hêzê bidin jinên mîna Hulyayê em wan makamên ku wê hêzê têk dibin şermezar dikin. Em ê Hulya ji kê biparêzin."