Wezareta karê hundir wê tazmînatê bide malbata Furkan 2019-02-21 09:36:40   Şehrîban Aslan   AMED - Li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîr a Amedê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal bi roj wek dibistan û bi şev jî ji aliyê polîsan ve wek qerekol tê bikaranîn. Dîwarê wê bi vînçê hatiye honandin û zarokên bi navê Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner ên 6 salî bin bloka betona wê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza der barê bûyerê de biryar hat dayîn ku Wezareta Karê Hundir 180 hezar TL tazmînatê bide malbata Furkan Oner.    Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Ben û Sen di 30’ê Adara 2016’an de zarokên 6 salî Ayaz Demîr û Furkan Demîr di bin bloka beton a dîwarê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal ku bi roj wek dibistan û bi şev jî ji aliyê polîsan ve wek qerekol tê bikaranîn, de man û jiyana xwe ji dest dan. Di rûniştina biryarê ya dozê de ji bo 3 gumanbarî 21 sal û 4 meh ceza hat birîn. Her wiha malbata Furkan Oner serî li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da û li ser vê biryar hat dayîn ku Wezareta Karê Hundir ji ber ‘ji qusurê xizmeta îdarî’ tazmînatê bide. Der barê daxwaza tazmînata malbata Ayaz Ozdemîr de jî pêvajo didome.   Wezaretê red kir, dadgehê qebûl kir   Wezareta Karê Hundir di parastina xwe de îdia kir ku dema bûyer tê lêkolînkirin, nayê tespîtkirin ku bûyera bûye sedema zirarê ji çavkaniyên xebatên îdareyê pêk tên. Her wiha wezaretê diyar kir ku bihayê tazmînata manevî pir zêde ye û got daxwaza faîza ji bo tazmînata manevî tê meşandin jî ne di cih de ye û got divê doz bê redkirin.    Walîtiyê redkirina doz û tazmînatê xwest   Walîtiya Amedê jî di parastina xwe de got di bûyera pêk hatiye de tu qusurê îdareyê tune ye û got divê doz û tazmînat bê redkirin.  Dadgehê biryar da ku ji bo malbata Furkan Onder bi faîza wê 180 hezar TL tazmînata manevî bê dayîn.   Her wiha heyetê ji bo operatorê vînçê Azîz Korkmaz 8 sal ji bo rayedarê fîrmaya Înşata Uysal, Faîk Kayar û xwediyê fîrmaya Omeroglu, Mahmut Kazaylek jî cuda cuda 6 sal û 8 meh ceza birî.