Ger mala we nêzî HDP’ê be baldar bin: 3 sal û 8 meh ceza 2019-02-18 09:16:26   ŞIRNEX - Fatma Durmuş li Cizîrê du roj berê bi hinceta cezayê wê teqez bûye, hat girtin û çîroka wê ya girtinê gelek balkêş e. Fatma di qedexeya derketina derve de ji bo keça xwe ya winda bûye bigere, derket derve ji ber ku  di nav bûyerê de maye 3 sal û 8 meh û 45 roj ceza lê hat birîn û li pey xwe yek 6 mehî 4 zarok hiştiye.   Li Şirnex û navçeyên wê du roj berê serdegirtina malan pêk hat û 24 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan a taxa Nurê ya Cizîrê de Fatma Durmuş ya 37 salî ku zarokek wê hîna 6 mehî bû jî hat binçavkirin. Fatma bi hinceta 3 sal û 8 meh û 45 roj cezayê wê hatiye teqezkirin hat binçavkirin û piştre hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Kurê wê Harun 6 mehî bi giştî 4 zarok li pey wê man. Der barê Fatmayê de ji ber sedemeke ku dibe mijara fîlman lêpirsîn hat vekirin û niha kurê wê Harun ji ber şîrê dayikê tune, bi şîrê tê kirîn xwedî dibe.   Tiştên hatin serê wê wek fîlman e!   Mala Fatmayê nêzî avahiya HDP’a Cizîrê ye. Em bêjin yekane sedema cezayê li Fatmayê hatiye birîn, nêzbûna mala wê ya avahiya HDP’ê ye. Belê we şaş nexwend, sedem ev e. Fatma di 2012’an de di Newroza Cizîrê ya hatibû qedexekirin de, ji bo li keça xwe ya 8 salî bigire derket derve û di qerebalixê de li keça xwe geriya û berbi avahiya partiyê ve meşiya. Fatma navê keça xwe ‘Esra’ bang dike û di wê navberê de gaza îsotê tê avêtin û bi qerebalixê re dikeve avahiya partiyê. Bûyerên wê demê hatin jiyîn hîna di hişan de ye. Avahiya ku deriyê wê bi panzêran hat şikandin, polîs ket hundirê wê, her kesên têde derxistin, bi erdê re kaş kirin û kirin binçavan.   ‘Ji bo li keça xwe binêre derket derve’   Bi dehan kesên hatin derbkirin û binçavkirin piştre hatin berdan lê lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji bo her kesî ji 2 salan heta 3 salan ceza hat birîn. Yek ji kesên ceza girtiye jî Fatma ye. Xwesûya Fatmayê, Hatîce Durmuş bi lêv kir ku ew li dijî bûyerê matmayî mane û got Fatma beyî sedem hatiye girtin û wiha pê de çû: “Ji bo li keça xwe binê re derket derve, tiştên nehat serê wê nema. Beyî sûc hat girtin. 4 zarok li pey man. Divê demildest bê berdan. Divê ligel zarokên xwe be.”   ‘Tu zarok vê heq nake’   Hatîceyê bi lêv kr ku kurê Fatmayê yê biçûk Harun hîna 6 mehî ye, ji ber girtîgeh sar bû negirt cem xwe û wiha pê de çû: “Kurê wê li vir e, ew li girtîgehê ye. Niha kurê wê beyî wê mezin dibe. Ji ber şertên girtîgehê dayika wî nikaribû bigire cem xwe. Em ji marketê şîr jê re digirin. Heta 4 salan wê beyî dayika xwe mezin bibe. Tu zarok vê heq nake. Divê dayika wî bê berdan.”